Polîsan li Erdişê bi ser malan de girtin 2018-07-31 16:35:19   WAN - Li navçeya Erdîşe,  polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin.    Li navçeya Erdîşê ya Wanê, polîsan serê sibê hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê da destpê kirin de, polîsan bi ser gelek malan de girtin û 35 kes kirin binçavan. Dinava kesên hatin binçavkirin de, dayîka rojnameger Îdrîs Yilmez Nazîre Yilmaz û xwişka wî Kader Cabîr jî hene.    Navê hin kesên hatin binçavkirin û li Midûryeta Polîsan a Erdîşê tên girtin wihane: “Enver Cengîz, Semîran Erbag, Ercan Yakî, Ferhat Serhatli, Yusuf Acar, Sulhattîn Onal, Kadîr Ergun, Seyîthan Çelebî, Kader Cabîr, Fatma Cabîr, Nazîre Yilmaz û Fîkret Încî.”    Hat diyar kir ku dibe hejmara binçavkirinan zêdetir bibe.