Li Amedê ji bo Komkujiya Garê daxuyanî: Dê têkoşîna me bidome 2018-07-31 15:11:21   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bertek nîşanî veguhestina danişîna biryarê ya komkujiya Enqerê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê da û got: “Danişîn veguhestina Sîncanê watedare.”   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, derbarê doza komkujiya Enqerê ya 10’ê Colmehê de li Odeya Bijîşkan a Amedê civîna çapemeniyê li der xist. Hevparên platformê û endamê Komîteya Navendî ya TTB’ê Halîs Yerlîkaya beşdarî civînê bûn. Sekreterê Giştî yê DTO Orhan Îlîm di civînê de li ser navê platformê axivî û wiha got: “Hêrsa me mezin. Ji ber  ku ji salal 2012’an  ve kujer ji aliyê ewlekariyê ve tên parastin. Danişîna biryarê sewqî Sîncanê kirin. Doz birina Sîncanê watedare. Heya kujer bên darizandin û ceza kirin, emê têkoşîna  xwe berdewam bikin. Emê zimar, êş û hêrsa xwe bi edaletê  re bikin yek û bi vî awayî qet dawî li têkoşîna xwe neyînin.”