Şaxên ÎHD’ê: Demildest girtiyê nexweş Koçer Ozdal berdin 2018-07-31 14:43:33 NAVENDA NÛÇEYAN – Şaxên ÎHD’ê li gellek bajaran di şexsê girtiyê nexweşîna giran Koçer Ozdal (65) de balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyên hevpar dan û xwestin Koçer Ozdal û girtiyên nexweş demildest bên berdan.  Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih, Wan, Dersim, Riha, Meletî, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Îskenderûnê di şexsê girtiyê nexweşîna giran Koçer Ozdal (65) de balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di heman saetan de daxuyaniya hevpar dan. Şaxên ÎHD’ê li avahiyên xwe civîna çapemeniyê li dar xistin.    Daxuyaniya Şaxên ÎHD’ê wiha ye: “Em ji bo girtiyên nexweş mafê jiyanê dixwazin. Girtiyê nexweşîna giran Koçer Ozdal ê 65 salî ji alal 2014’an ve li girtîgeha Mûşê tê girtin. Cezayê girtîgeha muebeta giran ji bo wî hat dayîn. Ji sala 2016’an ve di hucreya yek kesî de, tê girtin. Berî tu nexweşiyên Ozdal tunebûn. Di girtîgehê de teşhîsa pençeşêra mesanê ji bo wî hat danîn. Ji ber ku nexweşiya Ozdal giran bû, şandin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Nimûneya Enqerê û niha di qawîşa hikûmxaran de dimîne. Endamên malbata Ozdal ên dixwazin wî bibin, bi rojan li benda destûra dozger dimînin.”    ‘KOÇER OZDAL BERDIN’   Em naxwazin di girtîgehan de mirinên nû rû bidin. 10 sal in em bang li wijdanan dikin. Mafê jiyanê pîroz. Em dixwazin girtiyên nexweş li gel malbatên xwe bên darman kirin. Em ji bo 401 girtiyên nexweşîna giran mafê jiyanê dixwazin. Divê demildest Koçer Ozdal bê berdan berî ku tenduristiya wî girantir bibe.”