Parêzerê 46 salan: Min di 12’ê Adar û 12’ê Îlonê de tiştek wiha nedît 2018-07-31 13:27:58   AMED –  Parezerê 46 salan Mehmet Sîraç Anik ketina meriyetê ya pêşnûmeqanûna ku tê gotin Rewşa Awarte mayînde dike nirxand û ev tişt got: “Heke min di vê pêvajoyê de parêzeriyê bikira, niha ji zûde ve dev jê berda bû.”   Pêşnûmaqanûna ku tê gotin  Rewşa Awarte mayînde dike, piştî ku ji aliyê serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat erêkirin, di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Bi xala yekemîn a pêşnûmeqanûnê re ‘rayeya super’ ji waliyan re tê nasîn. Parêzerê 46 salan Mehmet Sîraç Anik ku şahidiya Mixtureya 12’ê Adarê û Darbeya 12’ê Îlonê kiriye demên darbeyan û tiştên ku îro diqewimin dan berhev û nirxandin kirin. Anik diyar kir ku pergala ku tê avakirin ne çareserî ye û got ku ji ber tiştên diqewimin şerm dike bibêje dadnas e.   ‘ŞERM DIKIM BIBÊJIM DADNAS IM’   Anik da zanîn ku xebitandina dadgehên dema Rêveberiya Awarte li gorî xebatandina dadgehên niha baştir bûye û wiha got. “Heke min di vê pêvajoyê de parêzeriyê bikira, niha ji zûde ve dev jê berda bû. Mirov nizane çê bibêje. Dema 12’ê Îlonê kesên ku digotin em xwarin didin gerîla û leşkeran tev dihatin berdan, lê îro kesên ku van gotinan bibêjin dê teqez bên girtin. Ji ber vê rewşê şer dikim ku bibêjim dadnas im. Ez xwe li şûna parêzerekî teqawît wek kedkarekî teqawît didim nasîn. Min şahidiya 12’ê Adar û 12’ê Îlonê jî kiriye lê tiştekî wiha nedîtiye.”   ‘JI BO ŞEWQEKÎ 60 HEZAR MIROV HATIN ŞEWITANDIN’   Anik di berdewamê de rayeyên super ku bi pêşnûmeqanûna navborî ji waliyan re hatine nasîn jî nirxandin û ev tişt anîn ziman: “Bi van rayeyên ku ji waliyan re hatine nasîn tu tiştek ne pêkan e. Van polîtîkayên çav tirsandinê dê heta demekê bidomin. Berê jÎ e hebûn. Ji bo şewqekî 60 hezar mirov şewitandin. Bi van polîtîkayên zext û qutifandinê çareserî ne pêkan e. Bavê min li sirgûnê jiya û mir. Divê qedera me ne ev be. Divê hemû li ser vê axê bijîn û ev ax a me hemûyan be. Em berî wan hatin. Ew di 1071’ê de hatin. Em bi biratî û bi hevre bijîn û demokrasiyê ji xwe re kirin bikin rêber dê çi bibe?”