Prz. Balsak: Girtina Guven ne hiqûqiye 2018-07-31 11:40:25   AMED - Prz. Cemîle Turhalli Balsak, diyar kir ku berdewamkirina girtina Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi pêvajoya siyasî re girêdayî ye û got: “Tu îzahata vê ya hiqûqû tuneye.”   Heveroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 22’ê Çileya 2018’an de, ji ber bertek nîşanî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê da û xebatên wê yên di KCD’ê de, hat binçavkirin û di 31’ê Çile de ji aliyê Dadgeha Ceza Giran a 9’emîn ve hat girtin. Guven di hilbijartina 24’ê Hezîranê de li Colemêrgê bû parlamenter. Dadgehê ji bo berdana Guven biryar da, lê Guven  berî bê berdan, cardin biryara girtinê derbarê wê de hat dayîn û bi awayekê bi hiqûqî di girtîgehê de tê girtin    ‘XETABAT KCD’Ê  NE SÛÇE’   Parêzer Cemîle Turhalli Balsak darizandina Guven nirxand û wiha axivî: “Li hemberî Guven skandalek hiqûqû heye. Fealiyetê Guven ên dinava KCD’ê weke sûc hatine dîtin. Ji xwe Serdozgeriya Komarê ya Amedê fealiyetên KCD’ê weke sûc nedît. Piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê, şandeya dadgehê ya danişîna 2’yemîn a di 11’ê Tîrmehê de hat  dîtin, guhertin. Ev pir balkêşe. Serokê şandeyê beşdarî danişînê nebû. Ji şandeya berê jî tenê dadgerek hebû. Yek ji dadgeran ê ku ji Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn hatibû  bû û piştî Îdrîs Baluken hat berdan, derbarê wî de biryara girtinê dabû bû. Ji bo dadgehê tu wateya dosysayê tune bû. Biryarên dabûn tune hesibandin û dîsan biryara girtinê dan. Ev darazeke ku tu îzahata wê ya hiqûqî tuneye.”   'DADGEH WEKE KU AYM TUNEYE BIRYARAN DIDIN’   Balsak, anî ziman ku dadgehe weke ku AYM tuneye biryaran didin û wiha got: “Biryara dadgehê derbarê Guven de da, bi pêvajoya siyasî re girêdayî ye. Tu îzahata vê ya hiqûqî tuneye. Ji ber ku biryarên emsal hene. Biryarên dadgehên navneteweyî dayîn jî, hene. Parlamentên HDP’ê bi awayekê taybet tên darizandin. Di hemû daxuyaniyên wan de tundî tuneye û berevajî ji bo aştiya civakê daxuyanî didin. Ji ber ku Guven parlamentera HDP’ê ye girtina wê berdewam dikin.”   Balsak, di dawiya axaftina xwe agahiya ewê ji bo girtina Guven, serî li AYM’ê bidin da.