Ji bo nexweşên şekerê Hişyariya hawa germ 2018-07-31 11:38:53   AMED – Bijîjkê Pispor Erhan Aydin diyar kir ku hawaya germ bandoreke neyînî li nexweşin şekirê dike û got ku divê timik şilavî û avê vexwin.    Ji ber ku bi hawa germ û xwidanê re şilaviya mirovan kêm dibe û hinbûnên xew û xwedîbûnê diguherin, di xwîna şekirê nexweşên şekirê de guhertin pêk tên. Bijîjkê Pispor Erhan Aydin têkildarî baldariyên ku divê nexweşên şekirê li ber çavan bigirin agahî dan.    ‘DIVÊ NEXWEŞ BERGIRIYÊN PARASTINÊ BIGIRIN’    Aydin diyar kir ku divê nexweşin şekirê li heremê germ xwe biparêzin û wiha got: “Divê nexweş saetên nîvro derneyên derve û bergeriyên xwe bigirin. Dema nexweş van saetan derkevin derve dê xwidan bidin û şilaviya wan kêm bibe. Ev yek jî dibe sedema bilindkirina şekirê xwînê û ketina pestandina xwînê. Di encama xesara sinirê de dibe ku dengbihistîna nexweşan kêm bibe û di laşên wan de birîn der bibin.”   ‘AVÊ VEXWİN’   Aydin pêşniyar kir ku nexweşên şekirê di demsala havînê de timik avê vexwin û xwe dûrî qola û avên fîkiyan bigirin û ev tişt anîn ziman: “Vexwarina şilaviyan ji bo nexweşên şekirê girîng e. Her çiqas xwezayî bin jî ji ber ku şekirê xwînê zêde dikin divê nexweş xwarina xwe ya zebeş, petêx, tirî, xox û gilyazan bi sînor bikin.”   BERGIRIYÊN NEXWEŞIYÊ   Aydin di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên ku divê nexweşin şekirê li ber çavan bigirin û şert û mercan wiha rêz kir: “Divê nexweşin şekirê bê av nemînin, xwe ji germê biparêzin, xwarinên sivik bixwin, ji xwarina alqol û kafeînê dûr bixin.”