Xebatkrên Van TV beraet kirin 2017-10-19 15:29:59 WAN - Têkildarî xebatkarên Van TV ku bi biryara KHK’ê hat girt, bi îdîaya “Propagandaya Rêxistinê kirin” doz hat vekirin û di doza îro hat dîtin de, xebatkaran beraet kir.    Doza têkildarî xebatakarên VAN TV ku bi biryara KHK’ê hat girtin Gulsem Altan û Serdar Altan ên bi îdîaya “Propagandaya Rêxistinê kirin” li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Gulsum Altan, Serdar Altan û Serokê Baroya Wanê Parêzer Murat Tîmur başdarî dozê bûn.      Piştî tespîtkirina nasname û parastinan, heyeta dadgehê, diyar kir ku di nûçeya mijara wê tê gotin de tu delîlên sûc tuneye û biryara beraeta her du rojnamegeran da.