Nûçegihanê me yê bûyera îstîsmarê derxist holê hat tehdîtkirin 2018-07-30 15:25:00     ŞIRNEX - Gef li nûçegihanê me Ozgur Paksoy ê bûyera îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka 14 salî ya li Qilabanê pêk hat derxist holê, hat xwarin.     Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ozgur Paksoy ê bûyera îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka 14 salî ya berî du salan li bajaroka Uzungeçît a navçeya Qilabata Şirnexê pêk hat derxist holê, rastî gefa xizmên  îstîsmarkaran hat.     Paksoy di 27’ê Tîrmehê de bûyer eşkere kirin û ji wê rojê û şûn de rastî gefan tê. Hin kesan li Paksoy geriyan û ew tedît kirin. Gefên li Paksoy hatin xwarin heya malbata Paksoy çûn. Kesên tehdîtkar bi gotinên “Ev dozek namûsê bû, çima tu beşdarî bûyerek wiha bûyî” xwe parastin.    Paksoy, dê derbarê kesên ew û malbata wî tehdît kirin de, serlêdana sûc bike.