HDP û KCD: Daristanan dişewitînin û vemirandinê asteng dikin 2018-07-30 13:28:30 AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari ku şewatên li Pasûr û Licê di cih de lêkolîn kiribû, diyar kir vemirandina şewatê hatiye astengkirin û ev tişt got: “Di nêzikbûna rayedarên hikumetê de ji ber dijminahiya wan a li hemberî gelê kurd, pêkanînên ku dibin sedemê mirina mirovan hene.”  Heyetek ku ji Partiya Demokratîk Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêj dihat di 28’ê mehê de çibû navçeyên Hezro, Licê û Pasûr ên Amedê û şewatên ku ji ber operasyonên leşkerî derketibûn, di cih de lêkolîn kiribûn. Heyetê li navenda Rêxistina HDP’ê ya Amedê derbarê lêkolînên  xwe de daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Mûsa Farisogûllari, Dersim Dag, Remziye Tosûn, Salîha Aydeniz ve Semra Guzel, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Dîwana hevserokatiya KCD’ê û gelek kes  tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Naşîde Toprak diyar kir ku her sal bi zanebûn agir berî daristanan didin.    ‘HÊ JÎ TALÛKE HEYE’   Piştî Toprak parlamenterê Amedê Farisogûllari lêkolînên ku li Pasûr û Licê kiribûn ragihand. Farisogûllari şewatên ku ji ber operasyonên leşkerî li gelek deverên Kurdistanê derketine bi bîr xist û wiha got: “Ji Dersimê heta Amedê ji ber bombebaranê şewatên micid derdikevin. Hat gotin ku Rewşa Awarte rabûye, lê di rastiyê de tenê navê wê hatiye rakirin. Roja ku hat gotin Rewşa Awarte rabûye ve şewatên daristanan li Kurdistanê dest pê kirin. Em çûn Pasûr û Licê û lêkolînan kir. Piştî bombebaranan şewat derketine û ji ber qedexeya derketina derve gundiyan nikaribûye mudaxale bikin. Şewatên li herêma Esakr û Dorşînê yên Pasûrê hatine vemirandin. Gundiyên ji gundên Kerwas ve Helhelê yên Licê ragihandin ku ji ber bombebaranê şewat derketiye û li qadeke berfireh berbelav bûye. Li vê derê me bi gundiyan re bi rêbazên hovaber agir vemirand. Lê hê jî li herêmê talûke heye.”   ‘EM Ê GELÊ BU TENÊ NEHILIN’   Farisogûllari da zanîn ku ji pêkanînên ku bi salan hatine ceribandin tiştek dernayê û got ku divê dewlet ji vê yekê fem bike û dev ji van rêbazan berde. Farisogûllari di berdewamê de ev tişt anîn ziman û axaftina xwe bi dawî kir: “Helwdanên me ji bo seranserê Tirkiyeyê pêşxistina çareseriyê ye. Di nêzikbûna rayedarên hikumetê de ji ber dijminahiya wan a li hemberî gelê kurd, pêkanînên ku dibin sedemê mirina mirovan hene. Em bang li rayedarên hikumetê dikin. Em vê nêzikbûna hovane ya li hemberî gelê xwe qebûl nakin. Ji niha şûn de jî dê hewldanên me bidomin û em ê gelê xwe bi tenê nehilin.”