Beriya doza 10’ê Cotmehê banga beşdariyê kirin 2018-07-30 13:01:50     ENQERE – Danişîna biryarê ya doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê sibê destpê dike. Beriya danişînê Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê û sendîka û rêxistinên kedê banga beşdariya danişînê kirin.    Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der), Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), ji bo danişîna biryarê ya doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê ku dê sibê destpê bike û 3 roj dewam bike civîna çapemeniyê li dar xist.    Civîn li Odeya Avahîsazan pêk hat û gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên kedê tev li bûn. Seroka 10 Ekîm-Der’ê Mehtap Sakîncî Coşgun lis er navê saziyan daxuyanî da û bi bîr xist ku komujiya rê li ber mirina 103 kesan û birîndarkirina nêzî 500 kesan vekiriye birînên wan derbas nebûne û got: “Belê êşa me bê pênase ye. Hesreta me kûr e. Li aliyê din jî hêrsa me mezin e. Piştî teqînê serokwezîr gotibû ‘Piştî êrîşkirinê dengên me zêde dibin.’ Di vê gotinê de jî li xwe mikûr hatin. Bi vê êrîşê berjwendiyên siyasî bi dest bixin.”    Coşgun anî ziman ku dê têkoşîna wan a edaletê qet xelas nebe û banga beşdariya danişînê li her aliyên civakê kir.   Pişt re nûnerên TTB, KESK, DÎSK û TMMOB’ê axivîn û banga beşdariya danişînê kirin.