Doza Nisêbînê: Parastin dibe îşkence û li wan dizivire 2018-07-30 11:50:49 STENBOL – Ji parêzerên 70 kesên di doza Nisêbînê tên darizandin prz. Rengîn Ergul behsa hûrguliyên dozê kir û got: “Girtî di parastinên xwe yên li dadgehê de dibêjin ‘parastina em li vir dikin, li girtîgehê dizivire îşkenceyê.’ Gefên kuştinê li girtiyan dixwin.”    Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di serdema qedexeya derketina derve de di 26’ê gulana 2016’an de 17 jê zarok 70 kesên hatibûn tahliyekirin û pişt re hatibûn girtin. Danişîna dozê ya zarokan di 28’ê hezîranê de û danişîna yên mezin jî di 9-10’ê tîrmehê de hat dîtin.    Di dozê de 17 zarokênt ên darizandin di şûna dadgeha zarokan dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê tên darizandin.    70’ê kesên tên darizandin li girtîgehên Osmaniye, Tokat, Xarpêt, Ereglî, Dîlok, Riha, Bandirma, Siwêreg, Erzînganê, Kayserî, Sîncan, Wan, Oltu, Tarsûs, Tekîrdag, Metrîs, Panos, Midyad, Amed, Îzmîr û Hatayê dimînin.    Ev girtî bi sedan kîlo mîtro ji cihê lê hatin sûcdarkirin dûr in û dema wan tînin danişînan esker muameleya xerab û zextan li wan dikein. Di danişîna dawî de girtiyan dema girtiyan parastin kir behsa muameleya xerab dibînin kirin.    ‘DI WÊNEYÊN TEŞHÎSÊ DE RÛYÊ WAN REŞ Û ŞÎN E’    Ji parêzera dozê endama Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Rengîn Ergul pêvajoya dozê nirxand. Ergul dîmenên ên tên darizandin dema ji Nisêbînê derxistin bi bîr xist û got: “Îşkenceyê ji dîmenên nav Nisêbînê dest pê kir. Di wêneyên teşhîsa girtikan de rûyê zarok û mezinan hemû reş û şîn û werimî bû. Li ser cilên wan xwîn heye. Dema kêliya binçavkirinê û îşkenceya di binçavan de hev temam dikin. Hem girtî û hem jî parêzer di her astê de vê yekê tînin ziman.”    ‘DARIZANDINEK LI DIJÎ HIQÛQA NAVNETEWÎ YE’    Ergul bibîr xist di dosyeyê de 17 zarok tên darizandin û wiha domand: “Li dadgeha cezayê giran zarok jî tên darizandin. Ev jî li dijî pergala edaletê ya zarokan e. Di edaleta pergala zarokan de armanca ewilîn prastina zarokan e. Lê encax darizandina heyî dixwazin zarokan ceza bikin û li gorê vê ferasetê tevdigerin. Darizandinek li dijî hiqûqa netewî û navnetewî ye.”    ‘HER KESÎ DIKIN MILÎTAN’    Ergul da zanîn k udi qedexeya Nisêbînê de hemû kesên derketine bi çavê milîtanan li wan dinêrin û gel û milîtanan ji hev naqetînin. Ergul anî ziman ku qotika cixarê jî kirin e delîlê sûc û miwekîlê wê ji ber qotika cixarê ya li Nisêbînê hatiye dîtin esas hatiye girtin. Ergul diyar kir ku maddeya antîmom jî kirin e delîlê sûc û maddeya antîmomê nabe sedemê sûc.    ‘POLÎSÊ ÎŞKENCE KIRIBÛ TESPÎT KIRIN’    Ergul destnîşan kir ku li gel girtiyan polîsê îşkence li wan kiriye li salona danişînê nas kirin e jî û xwestine wî ji salonê derbixin jî daxwaza wan hatiye redkirin. Ergul anî ziman ku ji ber parastina girtiyan giliyê wan hatiye kirin û dozgeriyê bi hincetên “pesindayîna sûc û sûcdar” û “heqareta li serokomar kirine” gilî kiriye.    ‘PARASTINA DIBE ÎŞKENCE Û LI WAN DIZIVIRE’    Ergul bal kişand ser miwekîlên wan ku muameleya ne baş û îşkenceya li wan tê kirin û got: “Bi taybetî miwekîlên me yên li girtîgeha Osmaniyeyê dimînin her tim îşkence li wan tê kirin û muameleya nebaş li wan dikin. Tenê ne yên Osmaniyeyê hemû miwekîlên me din ên li girtîgehên din rastî van pêkanînan tên. Gardiyan û leşker her tim gefên kuştinê li wan dixwin. Girtî di parastinên xwe yên li dadgehê de dibêjin ‘parastina em li vir dikin, li girtîgehê dizivire îşkenceyê.’ Polîs li ber me disekinin û em wisa parastinê dikin. Em jî ne di nêvengek bi ewle de ne. Bi vî awayî ne pêkan e darizandinek adilane pêk were. Em dikin û nakin xwe nagîhînin dosyeya lêpirsînê ya îşkenceyê. Li gel van hemû tiştên neyînî jî em ê vê dozê bişopînin.”    MA / Yasîn Kobulan