Li Pîra Sîsê îşkence kirin 2017-10-19 15:10:27 MÛŞ - Pîra Sîsê bêyî ku agahî bidin malbata wê ji Mûşê sîrgûnî Girtîgeha Tîpa T Tarsusê kirin û ji ber rêwîtiya 3 rojan a di ringê de, piyên wê werimin û nexweş ket.  Pîra Sîsê Bîngol a 78 salî bêyî ku agihî bidin malbata wê ji Girtîgeha Tîpa E Mûşê, sîrgûnî Girtîgeha Tîpa T Tarsusê hat kirin. Pîra Sîsê ji ber rêwîtiya sê rojan a ringê piyên wê werimîn û nexweş ket. Pîra Sîsê ya di 4’ê Cotmehê de bi gelek girtiyan re hat sîrgûnkirin, di 16’ê Cotmehê de bi rêya telefonê bi neviyê xwe Huseyîn Kanmaz re axivî. Neviyê Pîra Sîsê Huseyên Kanmaz, diyar kir ku berî sîrgûnê rojekê ji bo pîra xwe bibîne çû girtîgehê, lê destûr nehat dayîn. Kanmaz, anî ziman ku têkildarî sewqê tiştek ji wan re negotin û wiha got: “Di 4’ê Cotmehê de bi pîra min re gelek girtî sîgûn kirin, lê ji me re tu agahî nedan. Tenê gotin rewşa wan başe û tu pirsgirêk tuneye”    3 ROJAN DI RINGÊ DE RÊWÎTÎ KIRIN   Kanmaz, da zanîn ku piştî sîrgûnê heyftiyek şûn de agahî dan wan û wiha bilêv kir: “Temenê pîra min mezin. Ligel vê yekê 3 rojan di ringê de birin. Pîra min di rêwîtiya ringê de zehmetî kişandin. Pîra min di 16’ê Cotmehê de bi telefonê li me geriya û  got ku ‘Di ringê de 3 rojan rêwîtî kirin. Rê dirêj bû. Piyên min werimîn. Ji ber hewa gerim a Tarsusê nexweş ketim. Ji ber ku ji hevalên xwe qût bûm, xemgîn bûm.”   ‘EMÊ ÊDÎ DI 2 MEHAN DE CAREKÊ HERIN HEVDÎTINÊ’   Kanmaz, dest nîşan kir ku ji ber ku Tarsus dure, encex ew di 2 mehan de carekê herin girtîgehÊ û wiha domand: “Dema pîra min li Muşê bû her hefte em diçûn hevdîtina wê. Sîrgûn kirina wê nebaş bû. Dema em didîtin keyf xweş dibû û moral digirt. Nikare xwe biparêze. Gelo dê çawan li wir bimîne? Pîra min nikare li girtîgehê bijî.”