‘Em ê bi êşê re rû bi rû bimînin lê qet dev ji doza xwe bernedin’ 2018-07-30 11:20:41   ENQERE – Mehtap Sakîncî Coşgûn ku beriya rûniştina biryara doza Komkujiya Garê axivî, bang li şandeya dadgehê kir û ev tişt got: “Pêvajoya ku em hatinê encam çi dibe bila bibe teqez em ê salonan terk nekin. Dibe ku em bi êş, hirs û serhildanan re rû bi rû bimîmin lê qet dev ji doza xwe bernedin.”   Doza Komkujiya Gara Enqereyê dê sibê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê bê dîtin. Tê payîn ku di rûniştinê de piştî aşkerakirina biryar bê dayîn. Beriya rûniştinê parêzera Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgûn ku hevjînê wê Ûygar Coşgûn jî hatibû qetilkirin ji Ajansa Mezoptamyayê re axivî û nirxandinan kir.   Parêzer Coşgûn ku ji bo kujer bên darezandin têdikoşe diyar kir ku ji lêpirsînê ve pêvajoyeke nebaş tê meşandin û wiha got: “Ji ber ku hejmareke zêde kujer hene, kujerên rasteqîn firar in û berpirsyartiya cemaweriyê nayê lêpirsînkirin, em dibêjin darezandina ne baş. Em qala dosyeke ku li şûna hemû piyonan tenê beşeke piyonê wê tên darezandin dikin. Li gel vê rewşê jî dosya hatiye ber biryarbûnê.”   ‘EM JI TÊKOŞÎNÊ VENAKIŞ IN’   Coşgûn ji ber ku rûniştina dawî rûniştina biryarbûnê ye gumanên xwe anîn ziman û wiha axivî: “Biryar bê dayîn jî dê ji bo bersûcên firarî rewş neguhere. Em ê jî wek malbat li dijî vê yekê wek komele û weqif têbokişin. Em ne li pey tolhildanê ne, tenê dixwazin berpirsyar bên darezandin. Ji bo berpirsyar bi awayekî lez û bez bên darezandin, dema em diçin rûniştinê naxwazin tu astengiyek bê derxistin.”    ‘EW BIBIN KURÊ JÎ EM Ê ERIN’   Coşgûn da zanîn ku xwestine dadgehê neqleqî din bikin û ev tişt anîn ziman: “Divê em pêşiya neqilkirina dadgehê bigirin. Armanca wan ew e ku dadgehê ji me dûr bixin. Em vê yekê ji rûniştinên Amed û Pirsûsê zanin. Ji ber rûniştina dawîn de me biryara dozger şermezar kiriye dadgehê neqlî Kampûsa Girtîgeha Sîncanê kirin. Ew dadgehê bibin kurê jî em wek malbat bi hev re herin wê derê.”    ‘EM Ê SALONAN TERK NEKIN’   Coşgûn biryara ku di doza Somayê de hat dayîn bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Pêvajoya ku em hatinê encam çi dibe bila bibe teqez em ê salonan terk nekin. Dibe ku em bi êş, hirs û serhildanan re rû bi rû bimîmin lê qet dev ji doza xwe bernedin. Heke pêwîst bike em dikarin 10 sal jî li benda biryarê bisekinin û her tim salonan têje bikin. Lê em dibêjin bila adalet cihê xwe bibîne.”    MA / Berivan Altan