ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-30 09:00:38   * Parêzerê OHP’ê Firat Epozdemîr, pêşnûmeya qanûnî ya piştî OHAL’ê di Meclîsê de hat qebûlkirin nirxand û wiha got: “Ev pêşnûme ne li gorî rihê tu pergaliye. Em ê bi demê re rastî dozên DMME ku Tirkiyeyê mehkûm bi re rû bi rû bimîn in.”   * Meclîsa Jinan a HDP’ê di plangeriya nû de têkoşîna hevpar mezin bike, eniya demokrasiyê ya jin ava bike û pergal dîplomasiya jinê jî xurt bike.   * Li Tirkiyeyê Şanoyên Dewletê jî bi Serokkomariyê ve hatin girêdan. Yavuz Akkuzu yê xebatkarê Şanoya Bajarê Amedê biryar rexne kir û got: "Ji avakirina Komara Tirkiyeyê ve şano bi rêveberiyan ve girêdayî ne. Ev jî ji mêj ve xelet e. Bi biryara nû ya ku ‘dê li Tirkiyê Şanoyên Dewletê bi Serokomariyê ve bên girêdan’ kurkirina vê biryarê ye. Huner di her şert û mercê de divê xweser be.   * Welatiyên li Dêrsimê sewalgeriyê dikin, bi germbûna hewayê re dest bi qusandina bizin û mihan kirin.    * Li Balverana Bajaroka Şirnexê yek jê 3 salî 2 zarok ji aliyê xizmên xwe ve rastî îstîsmara zayendî hatin. Yek ji kesên îstîsmarkar piştî mehek di girtîgehê de tê girtin, dûre serbest tê berdan.    * Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, hevdîtian MSD û rêveberiya Şamê nirxand û got: “Li Sûriyeyê di qonaxa niha de, du hêzên stratejîk ên bingehîn hene. Ji ber vê yekê hemû pêvajayên li pêş me, dê dinavbera van her du hêzan de bê parvkirin. Di heman demê dê Tirkiye jî ji Efrînê derkeve.”   * Parêzera doza darizandina 70 kesên di dema qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê hatin binçavkirin Rengîn Ergul,  detayên di danişînê de vegotin. Ergul, diyar kir ku girtiyan di parastên xwe yên di dadgehê dan de gotin ‘Parastinên em li vê derê dikin, di girtîgehan de weke îşkenceyê li me vedigerin.’   * Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Rêxistina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), dê têkildarî şewata daristanên di encama operasyana  leşkerî ya  navçeyên Lîcê û Pasûrê yên Amedê rû dan de, dê li avahiya HDP'ê civîna çepemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, dê derbarê encamên di civîna Desteya Rêveber a Navendî û Meclîsa Partiyê ya di dawiya hefteyê pêk hat de, civîna çapemeniyê  li dar bixe.   * Berî danişîna biryarê ya komkujiya 10'ê Cotmehê, dê malbat û parêzer li Odeya Avahisazan civîna çapemeniyê pêk bîne. (10.00)