Walîtiyê got şer çêbû lê di serê wî de şûna guleyek hebû 2018-07-29 09:13:00   MÊRSÎN – Walîtiya Manîsayê diyar kir ku di serdagirtina ji bo narkotîkê de şer derketiye û welatiyê bi navê Nacî Dayanç jiyan axwe ji dest daye. Bavê Nacî Kasım Dayanç jî got ku kurê wî tev li HPG’ê bûye û wiha got: "Di serê kurê min de tenê cihê derbekê çekê hebû û bûyer ne şer, înfaz bû . Ez dixwazin berpirs bên girtin û bên darizandin."    Şûbeya Narkotîka Emeyat Manîsayê diyar kir ku wan di 12’ê Tîrmehê de li Taxa Kuşlubahçeya navçeya Şehzadeya Manîsayê bi ser malek de girtine, serdagirtinê de şer derket û di encama şerê derket de Nacî Dayangaç jiyana xwe ji dest daye û Adem Bozkurt jî hat binçavkirin. Di çarçoveya bûyerê de bi giştî 14 kes hatibûn binçavkirin. Dozgerê Komarê yê Manîsayê jî biryara veşartî danî ser dosyayê. Derbarê şer de tu dîmen nehatin parvekirin. Nehat gotin ku Dayangaç bi çekek çewan şer kiriye û jiyana xwe ji dest daye.  Malbata Dayangaç, diyar kirin ku şer derneketiye û layê wan hatiye înfazkirin.    Rojek piştî bûyerê malbata Dayangaç cenazeyê kurê xwe dibin li Tatwana Navçeya Bedlîsê defin dikin. Derbarê dosya lêpirsînê de heta niha tiştek nû derneket holê. Biryara veşartî ya li ser dozê didome. Rapora otopsiyê ya teqez dê rojên pêşte derkeve.    DAXUYANIYA WALÎ Û MALBATÊ NE WEK HEV E   Piştî bûyerê Waltiya Manîsayê diyar kir ku polîsên Emyeta Manîsayê di 12’yê Tîrmeha 2018’ê seet 18.30’an de li Taxa Kuşlubahçeyê di kolana 4203’ê de bi ser adresak de digirin û di malê de şer derdikeve. Kesek jiyana xwe ji dest dide û kesek bi saxî tê girtin. Li henber daxuniya Walîtiyê ya şer derket şahidên bûyerê diyar dikin ku li cihê bûyerê şer derneket tenê dengê çen çekan hat.   MALBATÊ GOT KU ŞER DERNEKET   Malbata Dayangaç diyar dikin ku şer neqewimye. Layê wan hatiye înfazkirin û dixwazin bûyer bê zelalkirin û berpirs bên girtin û cezakirin. Babê Dayangaç Kasim Dayangaç aşkera kir ku lawê wan ji 2013'yan ve windabûn. Piştî pê hesiyan beşdarê nav HPG’ê bûye dev ji lêgerînê berdan. Polîs li wî geriyan û gotine “Layê we li Manîsayê de piştî şerek bi polîsan re jiyana xwe ji dest daye û werin cenazeyên xwe bigrin.” Kasim Dayngaç diyar dike ku bûndina bûyerê ya li Manîsayê wan matmay hiştiye. Ew dixwazin ku tiştê roja bûyerê pêk hatine bên zalalkirin. Dibêjin ‘şer derketiye’. Lê tenê li aliya rast ê serê layê me derbeke guleyê heye. Ev jî delîle ku şer neqewimiye. Ev înfaz e. Divê berpirs bên girtin û bên darizandin.”    MA / Cemîl Ugur