Prz. Ballikaya: Azadî û Mafên bingehîn ji darazê girtin û dan destê rêveberiyê 2018-07-29 09:06:07 STENBOL - Prz. Several Ballikaya yasayên ku di meclîsê de hatin qebûlkirin û di hin xalên weke "Têkoşîna li dijî terorê” de guhertin pêk hatin nirxand. Ballikaya dazanîn ku pirtirê mafên weke azadî, ewlehî, jiyan, seyran û xebatê ji destê darazê hatiye derxistin û teslîmê însaf û wijdana rêveberan hatiye kirin.    Hin yasayên wek "Têkoşîna li dijî terorê” û biryarên KHK'ê li meclîsê hatin guhertin. Prz. Several Ballikaya da zanîn ku bi van guhertinan Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, azadî û mafên bingehîn ên di bin ewlehiya Dadgeha Bingehîn de ne dê bên binpêkirin.    ‘NE LI GOR MAFÊN AZADÎ, SEYRAN Û JIYANÊ YE’   Di 2 salê Rewşa Awarte (OHAL) de hemû maf û azadî bi Biryarên Hukmê Qanûnê (KHK) dihat birêvebirin. Prz. Ballikaya da zanîn ku OHAL hat rakirin lê bi yaseyên di Meclîsê de hatin qebûlkirin kiryarên OHAL’ê yan hatin mayînde kirin an jî ji bo 3 salan di meriyetê de biminin. Ballikaya wiha got: “Di Destura Bingehîn de zagona mafê seyranê ji zagonên mafan ê sereke ye û di binê ewlehiya Destura bingehîn de ye. Ev zagona mafan a sereke bi guhertina yasayên li meclîsê ji bin ewlehiya Destura Bingehîn derdixe û dixe bin destê rêveberiya Walî. Walî li gor erkên nû kare ji bo 15 rojan vê mafê bide rawestandin û qedexe dayne ser kesan da ku nekevin bajarê di bin fermiyeta wî de ye. Ev destura dane walî ne li gor zagona mafê seyranê ye û mafê azadî û ewlehiyê jî binpê dike.” Pr. Ballikaya destnîşan dike ku ev erka dane rêveberiyê ne tenê ji bo Waliye û vê jî li gotina xwe zêde kir: “Di guhertinan de tê gotin ku bişevê mîtîng qedexeye. Ev ne zelal e. Şev dê kengê diyar be ne zelal e. Ev keyfiyetê dide rayedaran. Ne tenê walî, ev dê kaymakam jî û berpirseke rêveber ê li qadê seetek berya şev dest pê bike dê kariybe biryarê bide û bêje ‘belav bin’. Ev guherîn ji her aliyê ve xetereyên mezin dê bixure bîne. Kes nizane dê serê van tiştan biçe û diku de derkeve.”    ‘DÊ BIBE SEDEMÊ ÎDIAYÊN ÎŞKENCEYÊ’   Guherîne di yasaya binçavkirinê de jî derfetê keyfiyetê hatiye firekirin. Di Dadgaha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) de herî  zêde binpêkirina mafê binçavkirinê hatiye mehkumkirin. Ballıkaya aşkera kir ku di dema OHAL’ê de di navbera 14-30 rojan de binçavkirin pêk dihat. Bi guhertinê re dema binçavkirinê ji 4 rojan dest pê dike û heta 12 rojan jî kare bê dirêjkirin û wiha pêde çû: “Dirêjkirina binçav ya li du hev gumana li ser girtî zê dike. Ev jî bi xwe re îşkenceya derunî derdixe holê.”   DEMA GIRTINÊ JÎ HAT DIRÊJKIRIN   Îtîraza ji bo girtinê jî girîng e. Berê di nava 3 rojan de divê bihata diyarkirin. Lê bi OHAL’ê re hat dirêjkirin û bi yasayên dawî jî kirin 30 roj û kirin mayînde.  Xala 6’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) van mafan wek mafên bingehîn pênase dike. Dadgeha Bingehîn bikaranîn pêk hatine qebûl nekirin û xwest ji bo vê îfadeyê girtî jî bê girtin. Bi guherîna mafê dema girtinê jî ji dema berê pir pir zêde hatiye kirin.”    Pr Ballikaya bal kişand ser komîsyana OHAL’ê û li ser mijarê van tiştan anî ziman: “Mafê serlêdana komîsyonê heye. Serlêdan tên kirin. Heke Komîsyon mirov mafdar bibîne û mafê mirov ê kar bide mirov jî mirov nikare doza tazmînatê û maxduryetê vike. Ev binpêkirina mafan e. Ballikaya deng li saziyên hiqûqê û civakê kir ku her kes li dijî vê dengên xwe derxin û tê bikoşin.   MA / Necla Demir