Dosyeya Yurt Atayun şandin Cezayê Giran 2017-10-19 14:32:41 STENBOL – Rûniştina doza li ser gilîkirina parêzerê rojnameger Çagdaş Ulus ê ku ji “Doza Çapemeniya KCK’ê” tê darizandin hat dîtin. Doz li Dadgeha Cezayê Asliyê ya 26’emîn a Stenbolê biryara “bêpeywîr” da û dosyeyê şand Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê.  Di bin navê “Doza Çapemeniya KCK’ê” 46 rojnamegerên kurd tên darizandin. Rojnameger Çagdaş Ulus jî ji vê dozê tê darizandin. Parêzerê Ulus, Huseyîn Ersoz der barê Midûrê Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê ya Stenbolê Yurt Atayun û Omer Kose, Dozger Bîlal Bayraktar û 11 polîs hene giliyê sûc kiribû. Li ser vê yekê doz hatibû vekirin û rûniştina ewil a dozê li Dadgeha Cezayê Asliyê ya 26’emîn a Stenbolê hat dîtin. Polîsê bi navê Abuzer Budak ê li Girtîgeha Burdurê girtiye bi riya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû û parêzer di dozê de amade bûn.    'NIKARIN AGAHIYÊN ZELAL BIDIM’    Piştî venîrina nasnameyê dozê destpê kir û polîs Abuzer Budak mafê parastinê girt û îdîa kir ku sûcên li ser wî nayê bîra wî, nikare agahiyên zelal bide û dem xwest. Hat zanîn ku bersûc polîsê bi navê Mevlut Korkmaz jî bi fermanê îfade daye.    'JI BO MUDAXÎLIYA DOZÊ DAXWAZ’    Pişt re parêzer Ozcan Kiliç jî axivî û destnîşan kir k udi çarçoveya vê darizandinê de ji bo rojnameger Yuksel Genç, Davut Uçar, Ramazan Pekgoz û Turabî Kişîn mudaxilî vê dozê bibin daxwaznameya xwe radestî heyeta dadgehê kir. Kiliç got ku ji 46 rojnamegeran 34 rojnameger hatin girtin û muştekî Çagdaş Ulus her çiqas bi tenê bê dîtin jî lê ji heman sûcê muwekîlên wî jî zerar dîtine.    Parêzerê Ulus Serkan Gunel jî xwest ku darizandin li dadgeha cezayê giran bê dîtin.    DOSYE ŞAND DADGEHA GIRAN   Piştî daxwazên parêzeran heyeta dadgehê biryara dosye li dadgeha cezayê giran bê nirxandin da û şand Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê.    DAXWAZA MUDAXÎLIYÊ JI DADGEHÊ RE HAT HIŞTIN   Dadgehê ji bo daxwaza beşdariya rojnameger Yuksel Genç, Davut Uçar, Ramazan Pekgoz û Turabî Kişîn jî hukma ev daxwaz ji aliyê dadgeha peywîrdar ve bê nirxandin da.