Endamê HDP’ê li Rihayê hat binçavkirin 2018-07-28 15:21:26   RIHA - Li Rihayê, endamê HDP’ê Nîhat Acar di serdegirtina malê de hat binçavkirin.    Li Taxa Haleplîbahçe ya navçeya Halîliya Riha, di  serdegirtina malê de endamê HDP’ê Nîhat Acar hat binçavkirin.    Hinceta binçavkirina Acar nehat zanîn û polîsan Acar birin Midûryeta Polîsan.