ÎHD: Kujerên Îkram Mihyaz li kuderê ne 2018-07-28 14:57:30   ÎZMÎR – Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya “Winda bên dîtin û kujer bên darezandin” li dar xistin û kujerên damezrînerê Tum Bel-Senê Îkram Mihyaz ku 24 sal berê mirî hat dîtin, pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê (ÎHD) û xizmên windayan ji bo 441’emîn çalakiya “Winda bên dîtin û kujer bên darezandin” li ber Bînaya Serokwezîriyê ya Konakê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankartên li ser wan “Ji Yek Tîpê re Na” û “Bila Şana Bêgunehiyê Neyê Tunekirin” hatin vekirin. Xizmên windayan, Dayîkên Aştiyê û Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê aqûbeta damezrînerê Tum Bel-Senê Îkram Mihyaz ku 24 sal berê dema diçû karê xwe, winda bû û paşê mirî hat dîtin, pirsîn. Daxuyaniyê li ser navê ÎHD’ê rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek xwend.   MIHYAZ QETIL DIKIN   Çîçek di destpêka daxuyaniyê de bi bîr xist ku ji ber xebatên sendîkayê her tim lêpirsîn derbarê Îkram Mihyaz hatine destpêkirin û hatiye binçavkirin û wiha got: “Mihyaz di 5'ê tîrmeha 1994’an de dema diçû karê xwe yê Şaredariya Balçovayê hat revandin. Polîs bi şev tên Mihyaz dipirsin. Li ser lêkolîna malbatê derket holê ku Mihyaz ew roj qet neçûye karê xwe û hatiye kuştin.”   Çîçek bi bîr xist ku lêpirsîna derbarê kujerên Mihyaz di 2014’an de hatiye girtin û ev tişt anîn ziman: “Paşê hevsera wî Azîze Mihyaz ji bo rakirina biryara girtina lêpirsînê daxwaznameyekê dide Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê. Li gel hemû lêgerînan jî kujerên Mihyaz nayên dîtin.”