Daxwaza girtiya ketibû greva birçîbûnê qebûl bû 2018-07-28 14:48:19   MÊRSÎN – Zeynep Turan a li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê ji bo ji hucreya yek kesî biçe qawîşê 29 roj bû di greva birçîbûnê de bû. Hat zanîn ku daxwaza Turan hatiye qebûlkirin.    Zeynep Turan a li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê ya Mêrsînê di hucreya yek kesî de dihat ragirtin. Turan bi daxwaziya ji bo derbasî qawîşê bibe 29 roj bû di greva birçîbûnê de bû. Hat ragihandin ku daxwaza Turan hatiye qebûlkirin û li ser vê yekê dawî li çalakiya xwe aniye. Têkildarî rewşa Turan, Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari û parêzerên Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê ketibûn nav hewldanan. Ev hewldan bê encam mabûn û duh ji aliyê ajansa me ve bûbû nûçe.