Xizmên windayan: Aqûbeta Aydogan ê 24 salin windaye pirsîn 2018-07-28 14:41:32   AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan di çalakiya hefteya 494’an de, aqûbeta Nîhat Aydogan ê 24 salin windaye pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 494’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê li dar dixin. Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî, rêvebeeên Şaxa ÎHD’a Amedê, xizmên windan û aktîvîstên mafê mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Nîhat Aydogan ê di 20’ê Mijdara 1994’an dibin çavan de hat windar kirin  û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.    ZEYTUN: KUJER DÊ LI PÊŞBERÎ DARAZÊ HESAP BIDIN     Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Çalakiya me ya bila winda bên dîtin û  kujer bên darizandin di hefteya 494’emîn de berdewam dike. Ji bo kujer bên cezakirin û rastî derbikev holê heya niha tu pêngav nehatine avêtin. Lê ligel vê yekê jî em baş dizanin dê kujer li pêşberî darazê hesap bidin. Vîna siyasî ya niha destûrê nade vê yeke. Lê em ê tu carî dest ji vê têkoşîna xwe berdein û tawîz nedin”   ‘AQÛBETA AYDOGAN HAT PIRSÎN’   Piştî axafina Zeytun, ji parêzerên Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Hasan Yalçin çîroka Nîhat Aydogan ê di sala 1994’an dibin çavan de hat windakirin parve kir.    Yalçin, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Cerdevan û leşkerên Qereqola Cendirmeyan a Midyatê, di Mijdara 1994’an de serê sibê saet 05.00’an de bi ser mala Nîhat Aydogan de digirin. Nêzî 20-30 cerdevan û leşker dikevin mala Aydogan, ji nava nivînan derdixin û li ber çavên zarokên wî, wî derp dikin. Dest û çavên Aydogan girê didin û wî li ser çongan didin rûnişkandin. Li hemberî vê tundiya leşkeran kaça Aydogan a 12 salî lal dibe.”   ’15 ROJAN ÎŞKENCE DIKIN’   Yalçin, anî ziman ku li Fermandariya Cendirmayan a Navenda Mêrdînê leşker 15 rojan îşkece dikin û wiha bilêv kir: “Hemû cureyên îşkencê li Aydogan dikin û rastî muameleyên dij mirovî tê. Dûre bi tu awayî agahî ji Aydogan nayê girtin. Ligel hemû hewldanên malbatê heye roja îro aqûbeta Aydoga nayê zanîn.”    24 SAL DERBAS BÛN    Yalçin, destnîşan kir ku hevjîna Nîhat Aydogan Halîma Aydogan dest vê hewldana xwe bernade û wiha got: “Dîsan li aqûbet hevjînê xwe digere. Aydogan dema dibin çavan de hat windakirin hîna 32 salî bû. Bi ser windakirina wî re 24 sal derbas bûn û lê hîna jî kes nizane li ku deriye û tu agahî jê nayên girtin.”   Çalakî piştî rûniştina 5 dezeyan bi dawî bû.