MSD Û Hikûmeta Sûriyeyê li ser komîteyên muzakereyan li hev kirin 2018-07-28 13:52:31 QAMİŞLO - Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) derbarê hevdîtina xwe ya bi hikumeta Sûriyeyê re daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di encama hevdîtinê de ji bo pêşxistina diyalogê biryar hatiye girtin ku komîte li ser hemû astan werin avakirin.  Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û hikûmeta Sûriyeyê cara yekemîn roja 26’ê mehê li paytexta Sûriye Şamê li hev rûniştin û dest bi muzakereyan kirin. Piştî hevdîtinan MSD’ê îro derbarê hevdîtinan de daxuyaniyek nivîskÎ weşand û ragihand ku ji bo diyalogê li hev kirine ku  komîte li ser hemû astan werin avakirin.    Daxuyaniya MSD’ê wiha ye;   "Li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê di navbera şandeyek ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyê li Şamê di dîroka 26.07.2018`an de civînek pêk hat. Armanc ji vê hevdîtinê bingehên ji bo destpêkirina diyalogên berfireh ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û aloziya Sûriyê di hemû astan de were çareserkirin, werin dayîn.   Beriya van hevdîtinan, li bajarê Tebqayê di navbera komîteyên biçûk ên her du aliyan de hevdîtin çêbûn û di wan hevdîtinan de mijarên xizmetguzarî hatin nîqaşkirin.   Di encama civînê de, biryarên derbarê avakirina komîteyan li ser hemû astan werin avakirin, da ku diyalog û danûstandin werin pêşxistin û bighêjin bidawîkirina şidet û şerê ku gel û civaka Sûriyê kire tehlûkê, ji aliyekî din ve jî nexşereyeke were dayîn ku rê ber bi Sûriyeke demokratîk û nenavendî were vekirin, hatin girtin."