Girtî di bin gefa kuştinê de ne 2018-07-28 13:35:23   MERSÎN – Girtiyê bi navê Vedat Kaya ku li Girtîgeha Tipa L a Alanyayê girtî dimîne, bi rêya malbata xwe ragihand ku gardiyan gefa kuştinê li wan dixwin.   Girtiyê bi navê Vedat Kaya ku li Girtîgeha Tipa L a Alanyayê girtî dimîne, bi rêya malbata xwe binpêkirinên ku li girtîgehê li hemberî wan pêk tên, ragihand. Bavê Kaya Abdulhamît Kaya diyar kir ku kurê wî bi rêya telefonê jê wan re ragihandiye ku gardiyan saetên şevê di bin navê kontrolkirinê de bi ser kogûşê wan de digirin û  heqaretê li wan dikin. Kaya got ku kurê wî jê re diyar kiriye ku lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û ji aliyê gardiyanên rûpoş ve gefên kuştinê li wan tên xwarin.   Kaya xwest ku rêveberiya girtîgehê dev ji van pêkanînê xwe berde û ev tişt anîn ziman: “Herkes ji bo9 zarokên xwe dijî. Heke tiştek bê serê kurê min, rêveberiya girtîgehê ji vê yekê berpirsyar e.” Her wiha Kaya li ser ragihandinên kurê xwe serî li Şaxa Komelaya Mafê Mirovan a Mersîn da û piştgiriya huqûqî xwest.