Guven: Hêviya min ji adaletê tune ye 2018-07-28 13:16:50 AMED- Parlamentera HDP’ê ya Colemergê Leyla Guven ku bi hinceta stranên kurdî gotiye mehek cezayê derneketina hevdîtinê lê hat birîn got ku bi rewşeke pêkenok re rû bi rû ne û hêviya wê ji adaletê tune ye.  Hevseroka Kogreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li gel ku ji Colemergê wek parlamentera HDP’ê hatiye hilbijartin jî, ji Girtîgeha Tipa E ya Amedê naye berdan û bi binpêkirinên mafan ên cuda re rû bi rû dimîne. Ji ber ku kelemçeyê qebûl nekiribû, beriya çend rojan ameliyata çav a Guven hatibû astengkirin. Her wiha Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Girtîgehê di 6’ê nîsanê de ji ber ku bi hevalên xwe yên koguşê re stranên kurdî gotibû, der barê Guven de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di dawiya lêpirsînê de mehek cezayê derneketina hevdîtinê lê Guven hat birîn. Guven û hevalên xwe bi rêya parêzerên xwe biryarê li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê îtîraz kirin.    ‘STRAN GOTIN MAFÊ MIN Ê HERÎ XWEZAYÎ YE’   Girtiya bi navê Elîf Akdemîr beyana xwe ya îtîrazê de diyar kiriye ku dirûjmeyan berz nekirin tenê stran gotine û got ku divê Îdareya Girtîgehê vê yekê ispat bike, stran gotin mafê min ê herî xwezayî ye û di vê mijarê de qedexe tune ye.”   GUVEN: TRAJÎKOMÎK   Guven jî di beyana xwe ya îtîrazê de diyar kir ku bi rewşeke trajîkomîk re rû bi rû ne û ev tişt anîn ziman: “Em mirovên girtî ne. Em hem dikarin stranan bibêjin û hem jî dikarin bilîzin. Îdareya girtîgehê radibe derbarê sekna me ya xwezayî de angaştan dike. Me stran gotibe û di nav stranên me de navê Abdullah Ocalan derbas bûbe divê ev wek sûc neyê hesibandin. Ji ber demokrasiya heyî ya vî welatî divê ev tevger şaş neyê şîrovekirin.    ‘HEVIYA MIN TUNE YE’   Guven di berdewamê de hevdîtinên di navbera Rêberê PKK’ê Abdullan Ocalan û dewletê de yên 2013-2015’an bi bîr xist û wiha pê de çû: “Dibe ku hikumet biguherin. Lê divê qanûn neguherin. Hêviya min bi qanûn û adaletê nemaye. Tevgerên ku me li girtîgehê kiriye hemû xwezayî ne. Divê ev wek sûc neyên hesibandin.” Girtiyên bi navên Hîlal Olmez ve Menal Temel jî diyar kirin ku beşdarî îfadeyên Guven û Atdemîr dibin û xwetin cezayê li wan hatiye birîn bê rakirin.”   DADGEHÊ GIRTÎGEHÊ ERÊ KIR    Dadgehê bi angaşta ku navê Ocalan di stranên Guven û hevalên xwe gotine de derbas dibe û propagandaya ‘rêxistinê’ hatiye kirin, cezayê mehek dernaketina hevdîtinê ya Guven û Elîf Atdemîr, Hîlal Olmez ve Menal Temel erê kir.   PARÊZER: DELÎL LI HOLÊ TUNE NE   Parêzerê Guven Cemîle Turhallı Balsak têkildarî biryara dadgehê axivî û diyar kir ku daxwaza delîlan kirine lê li gel ku dadgehê daxwaza wan a delîlan nebersivandiye jî ceza erê kiriye.  Balsak destnîşan kir ku bi erêkirina ceza tê xwestin ku zext li Guven bê kirin û ev tişt anîn ziman: “Bi Rewşa Awarte re pêkanînên keyfî didomin. Bi vê biryarê tê xwestin ku girtî bikevin rewşa ku nikaribin biaxivin. Em ê erêkrina ceza bibin Dadgeha Destûra Bîngehîn.”