Li şûna nexweşxaneyê birin rîngê 2018-07-28 11:48:40   AMED – Girtiyê nexweş Ûmût Savaş Koçyîgît ê li Girtîgeha Tîpa T a Kalkandereyê girtî ye, li gel ku sewqê nexweşxaneyê tê kirin jî 4 saetan di rîngê de tê hiştin û careke din vedigerînin girtîgehê.    Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa T a Kalkandereyê girtiyê nexweş Ûmût Savaş Koçyîgît li gel ku sewqê girtîgehê tê kirin jî bêyî ku bibine nexweşxaneyê 4 saetan di rîngê de digirin û vedigerînin girtîgehê. Koçyîgît ku cezayê muebetê girtiye û bi nexweşiya domdar a rodî û mîdeyê ketiye, bi rêya malbata xwe ragihand ku li gel ku roniya çavê wî gelekî kêm bûye jî mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin.    ‘MAFÊ TEDAWÎBÛNÊ TÊ ASTENGKIRIN’   Bavê Koçyîgît Alî Koçyîgît ku piştî salekê di 23 Tîrmehê de li girtîgehê bi kurê xwe hevdîtin pêk anîn têkildarî rewşa kurê xwe û binpêkirinên li girtîgehê ev tişt gotin;   Ev salek bû min kurê xwe nedidît. Ji ber nexweşiya domdar a rodî û mîdeyê di nav 8 mehan de 10 kîlo kêm kiriye û ji 66 kîloyan daketiye 56 kîloyan. Mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin û ew nabin nexweşxaneyê. Li gel ku bijîjkê revîra girtîgeha girtiyan sewqê nexweşxaneyê dike jî girtî sewqê nexweşxaneyê nayên kirin. Kurê min ji bo bibine nexweşxaneyê li rîngê siwar dikin û piştî ku 4 saetan di rîngê dihihêlin bêyî ku bibin nexweşxaneyê û mueyne bikin, careke din vedigerînin girtîgehê. Her wiha jimartina leşkerî jî li girtiyan hatiye ferzkirin. Ûmût ji min re got ku bi ser koguşê wan de tê girtin, mafê wan ê qada hevpar tê astengkirin û ji kogûşê xwe nayên derxistin. Dema hevdîtinê destûr nedan wênekişandina me jî.    Koçyîgît xwest ku hemû astengiyên ji bo mafê tedawiyê yê girtiyan bê rakirin û dawî li pêkanînên rûmetşikandinê bê anîn û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Kurê min li gel ku tu delîl tunebûn ket girtîgehê. Dadgeha herêmî muebetê da kurê min. Dema hinceta biryarê bê aşkerakirin dê em biryarê îtîraz bikin.  Heke adalet hebe divê teqez bê bicihanîn.”