Li çoltera Lîcê tevçûnên dijwar û şewata daristanan 2018-07-28 11:41:05   AMED - Hat zanîn kı di encama operasyona leşkerî ya dinavbera qadên çoltera navçeyên Lîce û Hezro yên Amedê hatibû destpêkirin de pevçûnên dijwar rû dan. Dîsan di encama bombebarana helîkopteran de şewat bi daristanên herêmê ket.    Çoltera taxa Helhel a navçeya Hezro û taxên Mişrif û Kerwas ên navçeya Lîcê yên Amedê, leşkeran ji saetên şevê yên duh ve kirine ablukê. Li gorî agahiyên gundiyan dan, ji saetên serê sibê ve li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. Hat diyar kirin ku herêma operasyonê ji aliyê helîkopteran ve tê bombebar kirin.    Dîsan di encama  bombebarana helîkopteran de, li daristanên sêgoşeya her sê taxan şewat derketiye.    Ji herêma pevçûnên dijwar rû da de dûman bilind dibin.    ŞANDEYEK HDP Û KCD’Ê BER BI HERÊMA ŞEWATÊ VE KETIN RÊ   Şandeyek ji parlamenterên HDP û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk pêk tê, ber bi herêma Dorşîn a navçeya Pasûr ku di encama operasyona leşkerî de ji duh de daristanên wê dişewitin ve bi rê ket.     Walitîya Amedê di 25’ê Tîrmehê de li gomên Şeyhsalîh, Nedrexuş, Mezrasor, Sîmetak, Delêderê, Axcana, Dêrik û Taxa Eskar ên dikevin herêma bakûrê navçeya Pasûrê “Qedexeya derketina derve” îlan kir û  piştî îlankirina qedexeyê  operayona leşkerî dest pê kiribû. Li gel ku qedexe rojek şûn de hat rakirin jî, operasyon berdewam dike. Li gorî çavkaniyên herêmê, di encama top avêtina leşkeran de şewat bi herêma Dorşînê ket û her ku diçe şewat belav dibe.     Şandeyek qerebalix a ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’êyên Amedê Remziye Tosun, Dersîm Dag, Semra Guzel û Musa Farîsogullarî û Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Naşîde Toprak û endamên partiyan pêk tê ji bo mudaxileyê şewatê bikin, ber bi herêmê ve ketin rê.