Cezayê ‘Kurdistan’ li Zarok TV’î birîn 2018-07-28 11:26:38   ENQERE - Desteya Bilind a Televîzyon Radyo (RTUK), ji ber îfadeya “Kurdistan” di du stranên Kurdî yên derbas dibe de di Zarok TV’î de hatin weşandin bi hinceta “Xizmeta armanca rêxistina terorê dike” ceza li kanalê birî.     RTUK’ê ceza li Zarok TV’î yekem kanala zarokan a Kurdî ya Tirkiyeyê ya li Amedê weşanê dike birî.    Di bernameyek di 17’ê Adarê ya kanala televîzyonê de, zarokekê strana “Gulamin Cizîra Botane” got. Pisporên RTUK’ê, bi taxwaza cezakirina kanalê, di rapora amede kirin de gotinên strana Kurdî weke “Kurdistin, berxwedana Kurdistaniyê, berxwedana Nisebînê ye” bi Tirkî werger kirin.      Di bernameyekê kanalê ya 20’ê Adarê hat weşandin de jî, dîsan zarokek stran Kurdî ya “Kurdistan pir şêrîne” got. Li gorî raporê, ev stran jî behsa şirênbûna Kurdistanê, welatê Kurdan, Qendîl û derdora wê dike.    RTUK’ê di endama vê raporê de, du caran li bernameyê ceza birî.