‘Duh Toros hebûn îro Ranger hene’ 2018-07-28 09:46:50 AMED – Amediyan diyar kir ku bi pêşnûmeqanûna ku li meclisê hat erekirin, Rewşa Awarte mayînde bûye û ev titş anîn ziman: “Ku walî bixwaze dikare qeyûm tayînî qehwexaneyê jî bike. Dema Rewşa Awartê yên berê toros hebûn, niha jî Ranger hene.” Her çiqas di navbera salên 1987-2002’an de bi awayekî fermî qala pêkanînên Rewşa Awarte bê kirin jî, Li Kurdistanê ji darbeya 1980’ê ve her Rewşa Awarte û … heye. Rewşa Awarte ya fermî ku herî dawî bi hinceta hewldana Darbeya 15’ê Tîrmehê di 20’ê Tîrmeha 2016’an de hat îlankirin, di 18’ê Tîrmeha 2018’an de rabû. Lê pêkanînê wê beriya çend rojan bi pêşnûmeqanûnekê ji bo 3 salan hatin dirêjkirin. Bi pêşnûmeqanûnê walî bi rayeyên super hatin arastkirin.    Welatiyên amedê diyar kirin ku tu ferq di navbera Rewşa Awarte ya salên 1990’î û pêkanînên niha de tune ye û ev tişt gotin: “Wê demê toros hebûn, niha jî Ranger hene.” Welatiyê 72 salî yê bi navê Recep Okçû diyar kir ku dema Tansû Çîller li ser wan gelek zext hebûne û wiha got: “Di navbera wê demê û niha de pir cudahî tune ne. Dê çi qas biçe Rewşa Awarte zortir bibe.”   ‘DÊ WALÎ QEYÛM TAYÎN BIKE’    Esnaf Mûsa Guner da zanîn ku dema Rewşên Awarte yên berê mirov hatine qetilkirin, niha jî bi rêbazên cuda mirov tên girtin û ev tişt anî ziman: “Diviya piştî Rewşa Awarte aramî bihata. Lê niha rayeyên nû didin waliyan û tişta ku bixwazin dê bikin. Di Rewşên Awarte yên berê de ew qas rayeyên waliyan tune bûn. Lê niha walî wekî ku dixwazin dikarin tevbigerin. Dema ku bixwaze dikare qeyûm tayînî qehwexaneyê jî bike. Piştî vê yekê bawer nakim ku welat aram bibe.”    BERÊ TOROS NIHA RANGER    Esnaf Enver Tekay bi bîr xist ku polisan demên berê mirovan li torosan siwar kirine û bi xwe re birine û wiha pê de çû: “Meşa kî/ê xweşa wan neçûna ew digirtin û dibirin. Niha jî bi heman rengî didome. Toros bûne Ranger.” Mûsa Yildirim jî bal kişand ser qetilkirina mirovên kujerên wan ne diyar got ku dê Rewşa Awarte girantir bibe û kî/ê dengê xwe derxe dê bê girtin.    ‘REWŞA AWARTE LI DIJÎ KURDAN E’   Mesût Aslan jî anî ziman ku Rewşa Awarte li dijî kurdan e û ev tişt gotin: “Malbatên koçber bûne, cihê diçinê rastî zextan tên. Salên 1990’î dema mirov dihatin qetilkirin dewletê dixwest ser bûyerê bigire. Lê niha wiha nîne fikareke dewletê ya bi vî rengî tune ye. Li Tirkiyeyê krîza aborî û siyasî heye. Ji bo ku ev krîz bi rê ve biçin dê Rewşa Awarte bê mayîndekirin.”