Prof. Çelîkê OHP’î: Yasayên Keyfiyetê! 2018-07-28 09:24:06   SITENBOL – Rêveberê Platforma Hikûknasên Azadîxwaz (OHP) Ahmet Baran Çelîk, diyar kir ku hemû  pêkanînên serdema  OHAL’ê ji bo dema pergala Serokkomariyê bi yasayan rewa kirin û kirin mayînde û got: "Ev xetereyên mezin in. Ne bi helwestekê bi giştî jî be rawestandina wî zor e."    Di cihê OHAL’a hat rakirin de ji bo ku di yasa “têkoşîna li dijî terorê” û hin yaseyên din de guhertin pêk bên û Biryarên Hukmê Qanunê (KHK) bên qebûlkirin pêşnûmeya binavê Yaseya Torbe hat Meclîsê û bi lezgîn hat qebûlkirin. Bi van guhertinan pêkanînên serdema OHAL’ê bun yasa û bûn pergala nû ya Serokomariyê. Li gor yasayên hatin qebûlkirin walî kare 15 rojan li ser gumana nîzama bajêr xiradibe biryara rawestandina jiyanê bide. Derketina kolanan qedexe bike. Kesê nexwaze neke bajêr û hwd.    Yasaya ‘têkoşîna li dijî terorê’ (TMK) bi madeyeke lê hat zêdekirin hat guhertin. Li gor rewşa nû ya yasayê heke bê xwestin dema binçavkirinê karin dirêj bikin. Rêveberê Platforma Hikuknasên Azadxwaz (OHP) Ahmet Baran Çelîk van guhertinan nirxand.    ‘HEMÛ KIRYARÊN OHAL’Ê BÛN YASA’   Pr. Çelîk bibîr anî ku Tirkiye 2 sale bi Rewşa Awarte (OHAL) tê birêvebirin. Ev bi awayê fermî rabû. Lê li gel rabû jî hemû kiryarên demê ji bo serdema serokomariyê bûn yase.   Çelîk da zanîn ku ji xwe di navbera KHK’yên Serokomariyê û KHK’yên OHAL’ê tu ferqek nîn in. Yasayên hatin derxistin jî wek van KHK’yan in. OHAL tenê bi nav qedandin. Kiryaran hemû kirin yase. Ew yase êdî derfetê îlankirina rewşa awarte dide Serokomar.    'JI AKTIVÎTEYÊN ÇAND Û HUNERÊ RE QEDEXE’   Pr. Çelîk bi taybet li ser erkên nû yên waliyan rawestiya û got: “Erka waliyan kare di sînorê bin destê xwe de rewşa awarte ya demî îlan bike. Êdî wek serdema 90’î walî kare li Amedê OHAL îlan bike. Dibe ku Walî bi erkên nû OHAL îlan neke. Lê van erkê nû her gav kare pirsgirêkên xeter derxin  holê.”   Pr. Çelîk balkişand ser biryara ku walî bixwaze kare heta 15 rojan ketina kesekî ya bajêr qedexe bike. kare nehêle kesên muxalîf bên û beşdarê aktîvîteyan, konferansan, aktivîteyên çand û hunerê bibin.  Pr. Çelîk wek minak qedexeya lîstika “Sadece Dîktator” (Tenê Dîktator) ya Hunermend Bariş Atay, astengkirina tevlêbûna Îhsan Elîaçik a fuara pirtûkan bi van erkên walî yên nû pir hêsan be.    ‘KARE NEHÊLE LI TAKSÎM Û KADIKOYÊ’ MÎTÎNG ÇÊBE!’   Pr. Çelîk vegot ku walî kare bi erkên nû bêje: “ ez destur nadin çalekî ango mitîng li Taksîm, Kadikoyê werin darxistin.” Çelîk wiha mijarê anî ziman: “Keyfiyetê kirin yase. Dema keyfiyet bibe yase ev naye vê wateyê ku keyfiyet buye dadwerî. Ev erk ne li gor Zagona Bingehîn (AYM) ya niya ye jî. AYM niha jî çalekî, mîtîng, daxuyanî wek mafê demokratîk ê kesan qebûl dike û bê ku destur bigire kare lidar xe. Êdî walî wek keyfa xwe bixwaze kare qedexe bike."    ‘JI BER PROTESTOYÊ KARE 12 ROJ DI BIN ÇAVAN DE BIGIRE’   Pr. Çelîk li ser guhertina binçavkirinan jî rawestiya û dazanîn ku dema OHAL nû dest pê kir dema binçavkirinê 30 roj bûn. Hê paşê daxistin 14 rojan. Li gor yasaya nû piştî 48 seetan karin 2+4+4 zêde bikin û wiha pêde çû: “Dema binçavkrin 30 rojbun dozgeran girtiyan 30 roj di binçavan de digirt. Dema daket 14 rojan jî  dozgeran girtî, heta roja dawî digirt û paşê derdixist mehkemê. Niha jî dê wisa bikin û heta 12 roj tije nekin dê li keyfa xwe mêzekin.    ‘DÊ GIRTINÊN DIRÊJ BÊN JIYÎN’   Dîsa berya OHAL bê îlankirin di 30 rojan de lênêrîna dosyayê ferz bûn. Niha ev bû 3 meh. Ev jî rê da ku dozger demeke dirêj li ser doza girtî lêhurbûnê bike. Di OHAL’ê de çi bû dê niha jî ew tişt bibin. Binçavên ku ji ber pêkanînan dê vegerin îşkenceyê. Dê pir dirêj bidomin. Karin 6 - 7 meh bê ku dadgeh bibîne doz li ber destê dozger bimîne.   ‘HEMÛ SAZIYÊ HIQUQÊ DIVÊ DENG DERXIN’   Hemu saziyên hiquqê taybet jî baroyên giştî û baroyê bajaran, komaleyên hiquqê û ne tenê ev divê mirov jî deng derxin. Heta neyên girtin mirov li henber geşedanên wisa bêdeng in. Lê herkes hema her dem pêkane ku bê girtin. Herkes herdem pêkane ku bikeve girtîgehê. Ji ber vê jî pêwîste dengeke bigiştî yekser hebe. Heta ev nebe ne pêkane ku pergal dev ji yasayên xwe yên kefiyetê berdin.  Sed mixabinm mirov bi têkoşîna ku dan li dij OHAL’ê bi ser neketin. Civak, sazî û partiyên siyasî li dij vê serkeftineke bi dest nexistin. Sê sal demeke pir dirêj e. 2 sal me rewşa awarte derbas kir. Çiqa dirêjbûn me hemuyan dît. 2 sal OHAL, 3 sal jî dê ev bidome, dike 5 sal. 5 sal paşê ji ber ku em li dij vana derneketin dê em hînê vana bibin. Piştî vê jî dê ev yasayên pergala keyfiyetê hê hêsantir dê bidome.