Paş û pêşê doza qirkirina Gara Enqereyê 2018-07-28 09:07:59   ENQERE- Di Komkujiya Gara li Enqerê de 103 kesan jiyana xwe ji dast dan. Doza Komkujiya Gara li Enqerê di navbara 31’ê Tîrmehê û 1-2’ê Tebaxê de tê dîtin û tê payîn ku ev danişîn bibe danişîna biryarê. Di her danişînê de belgeyên nû derdikevin holê û bi belgeyan îhmala karmendên dewletê li ber çavan hat raxistin, lê daxwazên parêzeran a ji bo darizandina van kesan di her danişîna dozê de hatin redkirin.    Di 10’ê Cotmeha 2015’’ê de bo ku beştarê mitînga aştiyê bibin ji çarmedorên Tirkiyê gel herikî Enqerê. 2 xwekujên DAIŞ’ê xwe di nav meşvanan de teqandin û 103 kesan jiyan xwe ji dest dan. Di ser de 3 sal derbas bûn. Dozgar Adnan Gumuş 12-13’ê hezîranê di danişînê de mutale xwend.   Heta niha 50 danişîn li ser doza Komkujiya Gara Enqerê ya 10’ê Cotmehê pêk hatin. Di dozê de 19 bersuc girtî û 36 jî ne girtî tên darizandin. Dozger Gumuş di mutaleyêde cezayê ku xwes ji cezayê di îdianameyê de jî kêmtire. Di mutalayê de ji bo 9 bersucan 101 car cezayê muhabeta giran tê xwestin. Ji bo hin bersucan cezayê endamtiya rêxistinê ji bo hin ji wan re jî cezayê peydakirina madeyên teqameniyê tê xwestin. Piştî xwendina mutalayê malbatên maxduran bi yek dengî em “edalet dixwazin” berz kirin. Tê payîn di vî danişînê de biryar bê dayîn. Danişîna 31’ê Tîrmehê û 2’ê Tebaxê dê di Kanpusa Girtîgeha Sîncanê pêk bê. Ajansa Mezopotamya (MA) jî li ser çewan lêpirsîn pêk nehatiye lêkolîn kir.    BERYA ABULANSAn TOMA HATIN CIHÊ BÛYERÊ   Komkujiya Gara Enqerê wek bûyera ku herka siyaseta li Tirkiyê guhert hat pênasekirin. Ji dema lêpirsînê heta darizandinê berpirsiyariya peywirdaran hat piştguhkirin. 10’ê Cotmehê piştî teqînê berya ambulans bên Toma hatin. Gaz hat bikaranîn. Hat gotin ku ji bandora gazê birîndaran jiyana xwe ji dest dan. Ji ber êrişa polîsan derengketina mudaxeleya bûyerê derbasê qeydên GPS’ê jî bû.    ‘ÎSTÎXBARAT PIR HAT LÊ EWLEHÎ QE NEHAT GIRTIN’   Piştî komkujiyê biryara qedexeya weşanê hat dayîn. Biryara veşartî ya li ser dosyayê nehat rakirin. Rayedara ‘rêxistina kokteyl’ ji bo rewşê şêlubikin xistin rojevê. Disthilatdariyê lewaziyên xwe li pişt van nîkaşan da veşartin. Ji îstîxbaratên di dest de dertê holê ku bi aşekar ev êriş hat û tedbîr nehat girtin. Mufetîşên Mulkî yên li ser Wezareta Karê Hundirîn di rapora lê nêrîna destpêkê de diyar dike ku piştî komkujiya li Pirsûsê îstîxbatat wek baran ji Emyeta Enqereyê re hatin. Ji ber vê Emniyet karibûn ewlehiya cihên wisa qerebalix û mîtîngan hê pirtir zêde bike.    PIŞTÎ TEQÎNÊ AGAHIYA KUJER DIDIN ŞAXA TEM’Ê   Hê paşê dertket holê ku heta nasnameya kujer her tişt di destê Daîreya Îstîxbarata Emniyetê de hebûye. Yaziya ‘veşartî’ ya di navbera emyetan de diçe û tê vê li ber çavan radixe. Di wê de tê gotin ku 3 kesenê ku Emre Alagoz jî di nav de amadekariya êrişeke mezin dikin.    KESÊ TEŞHÎR KIR HAT DARIZANDIN   Di firehiya lêpirsînê de dertê ku êrişkar heta Enqerê di lêgerîna polîsan de derbas bûne. Derbarê tu peywirdarekî Fermî yên haya xwe ji wan heye û divê wan bigire lê wek wan nedîbe tevgerin de lêpirsîn nehatiye vekirin. Lê ji rojnamegerên ku li ser êrişa 10’ê cotmehê nûçe çêkirine, welatiyê komkujî şermezar kirine û parêzeran îfade girtin. Walî destur neda li ser polîs lêpirsîn bê destpêkirin. Daxwaza cezakirina îhmala Serokwezîriyê, Wezaretiya Karên Hundir, Musteşariye Mîtê, Miduryeta Giştî ya Emniyetê û peywirdarên din ên fermî jî Dozgeriyê red kir.   MALBATAN SERÎ LI AYM’Ê DAN   Di çaçoweya dozê de parêzerên malbatên maxdur 13’yê Tîrmeha 2016’an de serî li Dadgeha Bingehîn (AYM) dan. Di danişîne destpêkê de bi hêza xebata parêzeran bersucên nehatibûn girtin, hatin girtin. Hê paşê ji dosyayê aşkera bû ku li Dîlok, Hatay û Kilîsên çewan ji bo tevlêbûna nava DAÎŞ’ê re çav hatine girtin.    BELGEYÊN DI SERDEMA DOZÊ DE DERKETIN HOLÊ   Di belgeyên 7’ê Tîrmeha 2016’an de derket ku berya komkujiyê ji rêveberên DAÎŞ’ê yê bi navê kod "Ebu Enes" (Denîz Buyukçelebî) û Yunus Durmaz hem berya komkujiyê û hem jî piştî komkujiyê li Tirkiyê bûne. Ji aliyê rayedarên payedar ve jî dihat şopandin. Lê 8 roj piştî komkujiyê Dadgerê Dadgeha 3’emîn a Cezaya Sulhê ya Enqerê 18’ê Cotmeha 2015’an de li ser Buyukçelebî biryara girtinê dide. Derket holê ku bi navê kot Omer Hattap’ê (Mehmedîn Baraç) ji endamtiya DAIŞ’ê hat girtin Endamê Rêxistina Ciwanan a AKP’ê yê Çewlîgê bûn.    ‘BÊ KU BÊN ASTENGKIRIN HATIN’   30’ê Îlona 2017’an ji dosayê hatin hînbûn ku dîmenê hatine kujer Yunus Emre Alagoz û Halîl Îbrahîm Durgun hene. Dîmen nîşan didin ku van kujeran Li Golbaşiya Enqereyê siwarê teksiyê dibin. Piştî peya dibin di kolana ber Deriyê Meclîsê yê Dîkmenê, Fermandariya Hêza Hewayî de dikevin Bulvara Îsmet Înonî û ber bi deriyê Meclîsê yê Çankayayê ve dimeşin. Pir rehet bê ku rastî astengiyek werin heta ber Miduryeta Giştî ya TCDD’ê diçin. Berya ku delîlên li cihê teqînê bi temamî bên berhevkirin yekîneyên şaredariyê cihê teqînê paqij kir.    DI 2012’AN DE HATINE GUHDARÎKIRIN LÊ…   Emyetê 21’ê Mijdara 2017’an de bersûcê firar ê komkujiyê  Edremît Ture ji bo ku endamê  El-Qaîdeyê ye şopandiye lê nehatiye girtin. Ev jî dema danişîn didomin de tê hînbûn. Di wê demê de tespît dikin ku Ture ji Sûriyê hatiye Kirikkalê û Kirşehîrê û vegeriyaye. Niha jî Turen wek organîzatorê komkujiyê lêgerîna wî heye. Piştî êrişê Savaş Yildiz li Sûriyeyê ji aliyê YPG’ê ve hat girtin. Ji ANHA’yê re axivî û got: “Durmaz, Bali û Ture ajanên MÎT’ê ne.”   NEXWEŞXANE NEMA ÇU LÊ NEHAT GIRTIN   Îlhamî Bal di komkujiya Gara li Enqereyê de tê darizandin. Derket ku Emyeta Dîlokê jî li ser bal fezleke amade kiriye. Li gor fezlekeyê Bali  4’ê Hazîran û 4’ê Mijdara 2014’an de hatiye guhdarîkirin. Şênberjî hatiye şopandin. Li gor vê 997 tapeyên deng û 19 car şopandina şênber a li ser Bali hene. Di vanade dertê ku Bali’ çuye serdana nexweşxaneyan, birîndarên DAIŞ’ê sewqê nexweşxaneyan kiriye.    ‘ROJA KOMKUJIYÊ DERNEK FES KIRIN’   Li gor agahiyên nû wêneyên di kampên DAIŞ’ê de kişandine derketin. Lê ligel van wêneyan jî gotin: “Ev delîl ne bes e” Endamên DAÎŞ’ê Ahmet Guneş û Îlyas Kaya hatin berdan. Bê ku rastê asteniyê bên li Tirkiyê man. Anha jî dertê ku van kesan di nava plangerên komkujiya 10’ê Cotmehê de cih girtine.  Komaleya Genç Ensar, 10’ê Cotmeha 2015’an roja komkujiyê xwe fes dike. Li gor civîna fesihkirinê ya  saat 14.00’ê de çêbû Ahmet Guneşê endamê DAÎŞ’ê û firariye dozê jî li wê bûye. Di biryara fesihkirina komaleyê de îmzeya Îlyas Kaya û Abdulmutalîp Demirê girtî jî hene.    ‘LIGEL BIRYARA GIRTINA MEHKEMEYÊ JÎ NEGIRTIN’   Skandala herî dawî ya ket dosyayê nîşan dide ku Yunus Durmazê Emîrê DAIŞ’ê û plangerê komkujiya Gara Enqereyê ligel biryara girtinê ji bo wî heye jî nayê girtin. Tenê tê şopandin. Hê piştî Komkujiyê bi serdagirtina polîs de tê gotin ku xwe teqandiye û miriye.    Bi her belgeya nû ya dikeve dosyayê dertê holê ku rayedar û saziyên fermî yên dewletê daneyên pekhatine buyerê nexwestine bibînin. Lê hemû daxwazên darizandina van kesan ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.    MA / Berivan Altan