Esnafên Wanê: Em dema herî zor a 25 salan dijîn 2018-07-28 09:06:01   WAN - Esnafên Wanê destnîşan kirin ku ew malên ku difroşin ji ber zêdebûna dolar û kurên din nikarin heman malî carek din bikirin û gotin: "Em weke esnafê Bazara Rûs û Pazara  Ewropa yên  Wanê serdema herî zor a 25 salên dawî dijîn."    Aboriya Tirkiyê bi rengên cihê kirizan dijî û her diçe bandora xwe ya li ser jiyan û bazirganiyê girantir dibe. Esnafên Bazara Rûs û Ewropa ji ber zêdebûna dolar û euro di zorê de ne. Ev her du bazar li wanê xwedî ciheyek mezin e. Lê ji ber tengasî û krîza tê jiyîn yek yek nikarin kirya xwe bidin û tên girtin. Ger wisa bidome esnaf hew kare dikanê xwe veke.    SALA HERÎ ZOR A ESNAFAN    Saît Işildag jî dikanê xwe li Bazara Rûs e. 28 sale di bazarê de esnafiyê dike. Işildag dide zanîn ku ew sala xwe ya herî zor dijîn, em mal ji der ve bi dolar dikirin û wiha got: “ Em di ser dolar de mal ji der ve dikirin. Lê ‘Lîroya Tirk’ her roj dihele û kêm dibe. Dolar û euro zêde dibin. Em malê ku îro dikirin û didin mişteriyê xwe ji ber zêdebuna dolar nema karin bikirin û bikin cihê yê firotî. Em malên xwe didin turîstan. Îsal bilî hin komên biçûk turîst jî nehatin. Çêja bazirganiyê nema. Bo ku em îflas nekin li ber xwe didin.”   ‘HIZÛR NEBE BAZIRGANÎ JÎ NABE’    Hasan Kaya 25 sale esnafê Bazarê ye û gewhera mijarê wiha tîne ziman: “Her sal tiştê ku em difroşin hineke din kêm dibe. Kar tine, krîz heye.” Kaya wiha didomîne: “Li welat ligel şer bê hizûrî jî mezin dibe. Ne hizûr be bazirganî jî nabe. Ez her sal mehê carek diçûm Stenbolê û tiş û mişt disend. Lê îsal ez hê neçûme. Li pêşiya me cejin heye. Ezê dîsa neçin. Pere nîn e ku biçin. OHAL heye. Kes nikare biçe gundê xwe. Nikarin çandinî û sewalkariyê bikin û nikarin pere qezençkin. Qoliyek hêk bû 15 TL. Li deriye sînoran de ji mirovan re tengasiyê derdixin. Li hêla Îran û Tirkiyê dest didin ser çend perçe eşyayên tînin. Destur nadin eşya bînin û bifroşin. Berê ji Enqere û Stenbolê bazirgan dihat li vir ji me eşya dikirîn. Îsal ew jî tine. Esnaf nikare kirya xwe bide û neçare ku dikan bigre.”   'KESÊN HALÊ WAN BAŞ E JÎ ÊDÎ TIŞT NAKIRIN'   Faruk Kilavuz aşkera kir ku ew hê zarok bûn di Bazara Rûs de dest bi xebatê kir û 25 sal derbas bû û rewşê wiha vegot: “çend sal berê baş diçun. Lê çendsalên dawî her tişt ber bi ne başiyê ve diçe. Sedema vê zêdebûna dovîzê ye. Tiştê em îro difroşin û sibê dikirin ne wek heve. Tişta tê şûna tişta çu nagire. Esnafên Bazara Rûs xir û cirên xwe ji Hindistan, Pakistan û Çînê bi dorlar dikire. Rojên dawî kur zeft nabe. TL dihele. Biha jî zêde dibe. Heta kesên halê wan başbûn jî hew karin tişt bikirin. Ku ew nekirinbin, dê xizan çewa karibin bikirin? Hêza kirînê di gel de nemaye.”   'ÇARESERÎ GIRTINA DIKAN E'   Kilavuz da zanîn ku li deriyên sînor xerca pul zêdekirin. Hew ji Îranê kes tê wanê û tişt dikire. Wiha gotina xwe temam kir: “Li deriye sînoran zêdekirina ketin û derketin welat pir xirab e. Ji ber ku kes nayê û naçe bazirganî bi temamî rawestiya. Ku wiha biçe em jî neçarin derebeya bikşînin û dikanên xwe bigirin. Çend sal berê rojê hezar û 500 cîro dikir. Îro cîroya me 200 û 300 TL ye. Ev jî têra kirê nake. Çareyek diminîne ku ew jî girtina dikanan e.”