‘Nexweşxane vebû, lê bijîşk û ekîpmanên teknîkî tune ne!’ 2018-07-28 09:04:16   AGIRÎ - Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê berî ku înşaeta wê temam bibe, ji aliyê Serokwezîrê demê Bînalî Yildirim ji bo razemeniya hilbijartinê ve hat vekirin, piştî înşaeta wê qedîya vê carê jî ne bijîşk û ne jî ekîpmanên teknîkî hene. Welatiyên ji bo tedawiya dibin nexweşxanê, diyar kirin ku nexweşxaneyek pir mezin hatiye çêkirin, lê bijişkeke wê tune û hîna jî me  sewqî Erziromê dikin.   Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê ku nêzî 7 salan înşaeta wê berdewam kir û 450 textên wê hene, berî hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo razemeniya hilbijartinê ji aliyê Serokwezîrê demê Bînalî Yildirim ve hat vekirin. Nexweşxaneya înşaeta wê bi salan berdewam kir û bi dehan car ji aliyê rayedaran ve hat vekirin, piştî înşaet wê qediya û hat vekirin, welatiyên diçin nexweşxanê pirsgirêkan dijîn.    ‘JI BO  HILBIJARTINÊ NEXWEŞXANE HAT VEKIRIN’   Welatî Îzzettîn Surguç, diyar kir ku çend hefte berî hilbijartinê nexweşxanê hat vekirin û wiha axivî: “Gelek kêmasî û pirsgirêkên nexweşxanê hene û hîna înşaeta wê berdewam dike. Rast û durist ne bijîşke heye û ne jî amûrên teknîkê hene. Nexweşên me tim sewî Erziromê tên kirin. Em ji bo kişandina MR diçin, lê rayedarên girtîgehê dibêjin ‘Cîhaz tuneye, biçin Erziromê.’ Di vê rewşê de gelo emê çibikin? Ji bo razemeniya hilbijartinê nexweşxane vekirin. Niha jî bê xwedî hiştin û tu kes di nexweşxanê de naxebite. Kes gelê vê derê nafikire.”   ‘JI BER POLÎTÎKAYÊN HILBIJARTINÊ VEKIRIN’   Welatî Murat Efe jî, anî ziman ku ji ber polîtîkayên hilbijartinê nexweşxane vekirin û wiha got: “Li aliyekê mirovan digirin emeliyatê û li aliyê din jî, dîwarên nexweşxanê sewax dikin. Ev şermek pir mezine. Mirovan dixapînin. Em ev heq nekiriye. Nexweşxaneyek pir mezin çêkirin, lê bijişk tune ne û hîna  jî me sewqî Erziromê dikin. Ma ne gunehe?     'EM LI AGIRIYÊ TÊN DIN, LÊ LI ERZIROMÊ DIMIRIN'   Hevserokê HDP’ê yê Agiriyê Maşuk Arpaç jî, anî ziman ku berî hilbijartinê tim reklama nexweşxanê hat kirin û wiha bilêv kir: “Bi dehan car nexweşxane vekirin, lê hîna îşaeta wê neqediya ye. Bijîşk pir kêmin û hina tabeleya nexweşxaneyê jî tuneye. Hin beşên nexweşxanê hîna pir qirêj û kavilin. AKP’ê nexweşxane kir amûrê hilbijartinê. Hîna jî gelê Agiriyê ji bo nexweşxanê dikevin ser rêya Erziromê. Di vî warî de gotinek navdar a Agiriyan heye, ‘Em li Agiriyê tên dinê, li Erziromê dimirin.’ A niha ev vê rewşê dijîn.”   Xebatkarekê nexweşxanê yê ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe bide, axaftinên nexweşan piştrast kir û got: “Berî ku kêmasiyên bijîşk û ekîpmanan temam bikin, nexweşxane vekirin.”    MA / Mahmut Ruvanas