Îsotên salçeyê li ser dezgehan cih girtin 2018-07-28 09:02:46   EDENE - Îsotên sor ên salçeyê, li ser dezgehan cih girtin. Hilberînerên îsotan, diyar kirin ku îsal xêr û bera îsotan pir kême û kesên îsotan  difiroşin qezenc dikin, ne em.   Li Çukurovayê, îsotên sor ên weke salçe tê bikar anîn ku ji ser sifreyan kêm nabe, li ser dezgehan cih girtin. Ev îsotên li navçeya Karaîsalî ya Endenê tên çandin, ji ber ku pir mezinin û bi avin, rastî eleqeyek mezin a welatiyan tên û diçin salçe.   Îsotên li nava zeviyan tên komkirin, ji wir jî tînin li bazara zeytûn û îsotan a Cadeya Kanal Kiyi Boyu ya Taxa Tatîh a navçeya Seyhan a Edenê tên girotin. Welatî Adîl Şanli, diyar kir ku îsal îsot zûr çêbûn û wiha axivî: “Kîloya îsotan dinava zeviyan de, dinavbera 1,30 û 140 TL’an difiroşin û li bazarê jî bi 1.50 TL’an difiroşin welatiyan. Ji ber ku fabrîkayên salçê îsotan dikirin, pirsgirêka kêmbûna îsotan tê jiyîn. Ji bo îsotan daxwazek mezin heye. Fabrîkeyên ji derveyî Edenê îsotan ji bo kirina salçê dikirin. Fabrîka îsotan ji zeviyan dinavbera 1 TL û 1,20 TL dikirin.”    RÊJEYA HILBERÎNÊ BÛ NİVÎ   Şanli, anî ziman ku îsal ji ber nexweşiyekê hilbirîna  îsotan bû nivî û wiha got: “Îsal çotkar tenê bi nexweşiyên îsotan re mijûl bûn. Ji ber vê yekê hilberînek baş bi dest nexwistin.” Cotkar Ahmet Ersoy jî, diyar kir ku îsal ji ber şert û mercên avhewayê, îsot zû çêbûn û wiha bilêv kir: “Îsal nexweşiyê li îsot xist. Hilberîn nîvî bû. Em hem îsot difiroşin bazarê û hem jî difiroşin fabrîkayan. Lê  berhemeke ku têrê bike tuneye. Dîsan ne me, kesên îsotan difiroşin qenec dikin.”