ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-28 09:02:08   * Rêveberê Platforma Hikûknasên Azadîxwaz (OHP) Ahmet Baran Çelîk, diyar kir ku hemû  pêkanînên serdema  OHAL’ê ji bo dema pergala Serokkomariyê bi yasayan rewa kirin û kirin mayînde û got: "Ev xetereyên mezin in. Ne bi helwestekê bi giştî jî be rawestandina wî zor e."   *Amediyan diyar kir ku bi pêşnûmeqanûna ku li meclisê hat erekirin, Rewşa Awarte mayînde bûye û ev titş anîn ziman: “Ku walî bixwaze dikare qeyûm tayînî qehwexaneyê jî bike. Dema Rewşa Awartê yên berê toros hebûn, niha jî Rangerler hene.”    * Karkerên li Enqerê Nexweşxaneya Etlîk Şehîr çêdikin polîs wan du roj ser hev di lêpirsîna GBT’ê re derbas kirin. Polîsên karkeran di lêpirsîna GBT’ê re derbas kirin ji karkeran re gotin “Lêpirsîna GBT’ê li yekserên Tirkiyê dest pê kiriye” û heta nava odeyên karkeran çûn û lêgerîn pêk anîn.     * Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê berî ku înşaeta wê temam bibe, ji aliyê Serokwezîrê demê Bînalî Yildirim ji bo razemeniya hilbijartinê ve hat vekirin, piştî înşaeta wê qedîya vê carê jî ne bijîşk û ne jî ekîpmanên teknîkî hene. Welatiyên ji bo tedawiya dibin nexweşxanê, diyar kirin ku nexweşxaneyek pir mezin hatiye çêkirin, lê bijişkeke wê tune û hîna jî me  sewqî Erziromê dikin.   * Îsotên sor ên salçeyê, li ser dezgehan cih girtin. Hilberînerên îsotan, diyar kirin ku îsal xêr û bera îsotan pir kême û kesên îsotan  difiroşin qezenc dikin, ne em.   * Esnafên Wanê destnîşan kirin ku ew malên ku difroşin ji ber zêdebûna dolar û kurên din nikarin heman malî carek din bikirin û gotin: "Em weke esnafê Bazara Rûs û Pazara  Ewropa yên  Wanê serdema herî zor a 25 salên dawî dijîn."    * Ji Platforma "Ajokarên Xaburê' yên li Sîlopiyê bi îxracatê re eleqeder dibin Azad Kaptan, diyar kir ku li Herêma Kurdistana Federal dibin navê "bacê" de ji sedî 80'î qezencên wan ji wan digirin û bertek nîşanî ajokarên kirêya barên xwe nadin da.    *  Di Komkujiya Gara li Enqerê de 103 kesan jiyana xwe ji dast dan. Doza Komkujiya Gara li Enqerê di navbara 31’ê Tîrmehê û 1-2’ê Tebaxê de tê dîtin û tê payîn ku ev danişîn bibe danişîna biryarê. Di her danişînê de belgeyên nû derdikevin holê û bi belgeyan îhmala karmendên dewletê li ber çavan hat raxistin, lê daxwazên parêzeran a ji bo darizandina van kesan di her danişîna dozê de hatin redkirin.    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, berî civîna Meclîsa Partiyê dê daxuyanî bide çapemeniyê. (10.00)   * Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê di hefteya 494’emîn de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu çalakiya rûniştinê li dar bixin. (12.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin dê bi daxwaza kujer bên darizandin di hefteya 696’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe dewam bikin. Dê vê hefteyê ji bo xebatkarê çapemeniya azad Ferhat Tepe edalet bê xwestin. (12.00)    * Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” di hefteya 441’emîn de li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konakê bê lidarxistin. (13.00)   * Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê dê bi çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 331’emîn dê li Qada Galatasarayê balê bikişîne ser rewşa girtiya nexweş Fatam Ozbay.  (13.30)   * Înîsiyatîta Azad a Girtiyên Nexweş, derbarê bêmafiyên li girtîgehan tên jiyîn de, dê li Avahiya Şaxa ÎHD'a Enqerê civîna çapemeniyê li darbixe. (18.00)   * Komîsyona  Heqîqet û Edelatê ya Şaxa ÎHD'a Stenbolê, di 79'emîn komkujiya Roboskî de, bi armanca "Ji Roboskî re edalet" û "Me ji bir nekir û emê nedin ji bîr kirin" li Qada Galatasarayê dê çalakiyê pêk bîne. (18.30)