Li qada kavil cesedê keçikek 2 salî hat dîtin 2018-07-27 17:02:49   RIHA – Li Rihayê cesedê keçikek 2 salî li qada kavilê veşartî hat dîtin. Polîsan dayika keçikê binçav kir.    Li qada kavilê ya li taxa Yenîce ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê cesedê keçikek 2 salî di nava kavilan de bi awayek ku veşartî bû hat dîtin. Welatiyan cesed dît û ji bo vê yekê agahî dan polîsan. Ji Miduriyeta Polîsan ekîbên polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin û hat diyarkirin ku keçika 2 salî nêzî 20 roj berê bi cilên wê hatiye definkirin. Piştî lêpirsîna li derdorê hat kirin, cesed ji bin kavil hat derxistin. Cesed ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.    Hat zanîn ku polîsan dayika keçika biçûk binçav kir û li emniyetê dest bi darizandina wê kirin. Der barê bûyerê de lêpirsîn didome.