HDP û KCD çûn serdana malbata Dengbêj Cizîrî 2018-07-27 15:38:28   ŞIRNEX - Şandeya HDP û KCD’ê, çûn serdana malbata Dengbêj Fadil Cirîzî yê berî du rojan jiyana xwe ji dest.   Şandeyek ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Rêxistina Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) a Şirnexê pêk tê, çûn serdana malbata Dengbêj Fadil Cizîrî yê berî du rojan jiyana xwe ji dest da. Şandeyê maltabata Cizîrî ya li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê dijî ziyaret kir û sersaxî xwest. Xizmên Cizîrî şandeya Hevserokê Giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk jî dinavê de pêşwazî kirin.      Ozturk ji malbatê re sersaxî xwest û got: “Cizîrî piştgiriyek mezin da çanda gelê Kurd. Ji ber wefata Cizîrî em pir xemgîn bûn. Ked û têkoşîna Cizîrî dê tu caran neyê ji bîr kirin.”   Şandeyê piştî xwendina duayan, ji mala sersaxiyê veqetiya.