Li girtiyan jimartina leşkerî tê ferzkirin 2018-07-27 13:58:04   AMED – Girtiyê bi navê Umut Savaş Koçyigît bi riya malbata xwe ragihand ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ferzkirina jimartina leşkerî, serdegirtina qawîşan û binpêkirina mafan destpê kiriye û banga hestiyariyê li saziyên pêwendîdar kir.    Li girtîgehan zext û binpêkirina mafan a li ser girtiyan bi dawî nabe û didome. Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a navçeya Kalkandere ya Rîzeyê dan zanîn ku li girtîgehê ferzkirina jimartina leşkerî, serdegirtina qawîşan û binpêkirina mafan destpê kiriye û hemû mafên wan ên civakî tên astengkirin.    Girtiyê bi navê Umut Savaş Koçyigît di hevdîtina telefonê ya heftane de li xwîşka xwe Emîne Koçyigît geriya û binpêkirina mafan û zextên li ser girtiyan jê re ragihand.    ‘BINPÊKIRINA MAFAN Û ZEXTAN DESTPÊ KIRIN’   Emîne Koçyigît diyar kir ku birayê wê di hevdîtinê de behsa binpêkirina mafan kiriye û ev tişt ji wan re gotiye: “Li dijî me ferzkirina jimartina leşkerî destpê kiriye. Leşker û gardiyan bi ser qawîşên me ve digirin. Hemû mafên me yên civakî hatine desteserkirin û her cûre binpêkirina dîsa ji nû ve destpê kirin e.”    ‘EM JI REWŞA WAN BI XETERE NE’    Koçyigît anî ziman ku bijîşkê revîrê li gel girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê dike jî sewqê wan çênakin û wiha got: “Girtiyan nabin nexweşxaneyê. Nexweşîna hezmandina domdar û pirsgirêka çav bi birayê min re heye. Lê wî nabin nexweşxaneyê. Bi mehan e pirsgirêka çavan dijî, lê wî nabin nexweşxaneyê. Di meha adarê de jî li dijî girtiyên Kalkandereyê êrîş pêk hatibûn. Ji ber vê yekê em ji rewşa birayê min û girtiyên din bi xetere ne. Em daxwazin dikin bila demildest binpêkirinên mafan û zext ji ser girtan bi dawî bibin û şertên wan bên başkirin.”    Koçyigît got birayê wê banga hestiyariyê li rayedaran û saziyên pêwendîdar kiriye da ku guh bidin girtiyan û şertên wan bên başkirin.