Heyeta Îmraliyê: Divê em demil dest biçin giravê 2017-10-19 13:33:16 STENBOL - Heyeta Îmraliyê der barê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniya çapemeniyê da û du pêşniyar ji bo hikumetê kir û ev tişt got: "An ji malbata Ocalan, an ji parêzeran, an jî ji Heyeta Îmraliyê bila teqes kes biçin Îmraliyê û der barê rewşa Ocalan de agahî bigirin." Heyeta Îmraliyê ya ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ceylan Bagriyanik pêk tê, ji bo balê bikişînin ser nûçeyên di demên dawî de li ser çapemeniyê tên belavkirin û rewşa Rêberê PKK'ê de daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya HDP'a Stenbolê hat dayîn û der barê girîngiya mijarê de bang li hikumetê hat kirin.   ‘EM JI MUXATABÊ YEKEMÎN AGAHIYÊ DIXWAZIN’   Endamê heyetê Sirri Sureyya Onder di destpêka axaftina xwe de got ku yek jî endamê heyetê Îdrîs Baluken ê li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye, du pêşniyar kirin û di vê der barê de ev tişt got: "Her roj bi hincetên rizyayî û bi derewan rehîn tên girtin. Wekî hevserok, wekîl û endamên me rehîn tên girtin. Ji bo aştiya Tirkiye û herêmê, divê tecrîd rabe. Ya destpêkê ji bo der barê rewşa tenduristiya Birêz Ocalan de agahî bê girtin divê ji malbata wî kesek, parêzer an jî Heyeta Îmraliyê demi dest biçe Îmraliyê. Divê rewşa tenduristiya Ocalan ji kesê yekemîn bê girtin; divê li gorî dema muzakareyê bi awayekî cidî mesele bê destgirtin."   WEZARETÊ BERSIV NEDA SERLÊDANÊ   Endama heyetê Pervîn Buldan jî destnîşan kir ku wan bi rêya telefonê li Wezareta Edaletê geriya ye û wiha got: "Piştî nûçeyên li ser medyaya civakî hatin belavkirin, fikar zêde bûn. Serdozgerê Komarê yê Bursayê yê Wezareta Edaletê der barê rewşê de daxuyanî da. Ez jî dibêjim ku ev têrê nake û ji malbat, parêzer, an jî ji tevgera meya siyasî divê kesek biçe Îmraliyê. Di vê der barê de hêj bersivek nehatiye."   'DIVÊ REWŞA TENDURISIYÊ BÊ AGAHDARKIRIN’   Onder da zanîn ku hikumet bi awayekî bê riyakarî, der barê tenduristiya Ocalan de hem gel hem jî wan dixwaze bixapîne û wiha pê de çû: "Hemû mafên Birêz Ocalan ji dest hatine girtin. Berdin tecrîda li ser Birêz Ocalan, tecrîdeke herî piçûk a li ser girtiyekî jî muxatabê wê ye. Di vê rewşê de jî ne ji malbat, parêzer û ne jî ji heyetê bi salan e tu kes nikare hevdîtinê pek bîn."   ‘ÇI BÛ TECRÎD GIRAN BÛ’   Onder li ser axaftinên rayedarên hikumetê jî sekinî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wezîrê Dewletê di warê pêşdîtinên Birêz Ocalan de aşkera kiribû ku ji HDP'ê zêdetir e. Dema ketibûn derdê hilbijartinê digotin ku 'Ev biçin Îmraliyê dê Ocalan bi daran bide pey van.' Çibû ku kesekî ew qas pêşdîtinên wî dihatin ecibandin tê tecrîdkirin. Divê daxuyaniya vê hebe."   ‘OCALAN HIZÛRÊ TÎNE’   Onder destnîşan kir ku dîrokê gelek caran ji welat, rêveber û ji gelên li Tirkiyeyê re daye nîşan ku nêzikatiya li dijî Ocalan, nêzikatiya li dijî aştiyê ye û wiha pê de çû: "Li dijî wî her cure tecrîd, îzolasyon û hemû pêkanînên dijî demokrasiyê, ji bo vî welatî berdêla wê gelekî giran bûye. Her gava ku fikrên Ocalan hatiye guhdarkirin, aştî, aramî û hizûr hatiye."   'KES JÊ BAWER NEDIKIR’    Onder wiha li axaftina xwe zêde kir: “Tu desthilatdariyên 40 salên dawî nikare bêje Birêz Ocalan me di van mijaran de xapand. Me vê yekê bi dehan car ji deve rayedaran bihîst. Hemûyan nirxandinên ‘Hemû van geşedanên pêşiya me didît. Dema digot me pir fam nekir. Em jê re nebûn bersiv.’ Ev hemû tişt li ber çavan e.”    'EM QEBÛL NAKIN’    Onder da zanîn ku nêzîkatiya tecrîda li dijî Ocalan her tim li herêmê û welat bûye sedema felaketan û got: “Em dizanin ew her tim bi hêviya demokratîk îklîman guhertiye û ava kiriye. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Bila kes wisa nefikire. Nêzîkatiya me li hember Birêz Ocalan hemû welat dît.”    'HEKE DEWLET DESTÛR NEDE EV TIŞT PÊK NAYÊN’    Onder destnîşan kir ku mafê tu kesî tune ye paşeroja gelê welat ber bi tarîtiyê ve bibe û wiha dewam kir: “Hûn nikarin baweriya xwe ya çewt li vî welatî bikin sedema şer. Mafê we tune ye hûn vê bikin. Ji roja li dijî HDP û DBP’ê oprasyonên îmhakirinê dest pê kiriye her tim derewek wan heye. Îdîa dikin ku şaredariyên me pere û wesayîtan şandine Kandîlê. Derewkar û rûyakar in. Ma mirov heta îro yek delîl jî dernaxe holê? Ka serokên me nelirêtiyê kiribûn? Li gel vê meseleya tora civakî jî meseleyek girîng e. Hem li cem dewletê û hem jî li cem muhatabên siyasî û leşkeriyê jî. Em wek hevalên we yên 3 sal pêvajoyê ji nêz ve şopandine viya dibêjin; dewlet destûrê nede ev pêk nayên. Ev gotinên tên belavkirin bi kurahî me dixe nav fikaran.”    'EM HIŞYAR DIKIN’    Onder wiha domand: “Ji bo ev şer bi dawî bibe em carek din dubare dikin pêwîste bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk were. Riya demokrasiyê di Îmraliyê de derbas dibe. Ev rewş qet nayê qebûlkirin û heke ev rewş bidome dê encamên giran ên civakî derkevin. Ev tespîta salan e ne gefxwarin e. Hûn bi gelek ku bi salan e gav neavêtiye paş ve re rû bi rû ne.”    ‘EM DIXWAZIN JI DEVÊ YEKEMÎN BIBÎHÎZIN’    Onder herî dawî bang li hikumetê kir û van du xalan pêşniyar kir: “Beriya her tiştî ji bo rewşa tenduristiya Ocalan bê hînbûn, divê kesek ji malbata wî, parêzerên wî yan jî Heyeta Îmraliyê demil dest biçe Îmraliyê. Pêwîste dem neyê windakirin. Em rewşa tenduristiya Ocalan dixwazin ji deve yekemîn bibîhîzin. Divê bi cidîbûna pêvajoya müzakereye hevdîtin pêk were.”    BERSIV NEDANE   Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan jî got ku li gel serlêdanên wan ên hevdîtinê heta niha jî tu bersiv ji wan re nehatiye dayîn.