Girtiyê nexweşiya penceşêrê: Ez nikarim li xwe binêrim 2018-07-27 11:56:21         RIHA – Girtiyê nexweşiya penceşêrê ya mesanê yê 62 salî Koçer Ozdal ku gurçikên wî heliyane bi nameyekê ragihand ku di şert û mercên girtîgehê xwe nikare li xwe binêre.   Girtiyê nexweşê giranê Koçer Ozdal ku li girtîgeha Tîpa T a Samsûn Bafrayê girtiye ji Komeleya Civaka Sivîl a Pergela Înfaza Cezayê (CİSST) re nameyek şand. Ozdal di nameya xwe de pirsgirêkên ku li girtîgehê dijî vegot. Ozdal ragihand ku beriya 4 salan li Mûşê hatiye girtin û bê delîl cezayê muebeta giran lê hatiye birîn. Ozdal diyar kir ku ji ber cezayê muebata giran lê hatiye birîn, di hucreya yek kesî de dimîne, ji ber şert û mercên girtîgehê bi nexweşiya penceşêrê ya mesanê ketiye û gurçikên wî heliyane.    NAMEYA OZDAL   Nameya Ozdal a ku têde dixwaze ji ber nexweşiya xwe ya giran tahliye bibe û li derve tedawî bibîne, bi kurtasî wiha ye;    Beriya 4 salan li Mûşê hatim girtin. Li gel ku tu delîl tune bû jî di 58 saliya min de cezayê muebeta giran li min birîn û ji ber vê yekê 2 salin di hucreya yek kesî de dimînim. Beriya 6 mehan ji ber çîkên giran çûm nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê teşhîsa nexweşiya penceşêrê ya mesanê li min hat dayîn. Ji ber nexweşiyê gurçikên min heliyane û nêzî 2 mehane dikevime diyalîzê.   ‘EZ NIKARIM LI XWE BINIRIM’   Ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê bi tena serê xwe nikarin pêwîstiyên xwe bibînim. Piştî encamên lêkolînên ku li nexweşxaneyê li ser nexweşiya min hatin kirin, pêwîste ku ez emeliyat bibim. Bi hinceta ku jûreyên girtiyan ên nexweşxaneyan tune, nexweşxaneyên Samsûn û Enqereyê min qebûl nakin û ez emeliyat nabim. Bi navbeynkariya we dixwazim tahliye bibim û li derve tedawî bibim.   PIŞTÎ NAMEYÊ OZDAL RADIKIN NEXWEŞXANEYÊ   Piştî şandina nameyê demeke kurt Ozdal sewqê Nexweşxaneya Nûmûneyê ya Enqereyê tê kirin. Tedawiya Ozdal ji 19’ê tîrmehê ve li jûreya girtiyan a nexweşxaneyê didome. Li aliyê din destûr nayê dayîn ku malbata Ozdal a hatiye Enqereyê bi Ozdal re hevdîtin pêk bîne.