Hêjmara binçavkirinên li Mêrsînê derket 8’an 2017-10-19 13:21:52   MÊRSÎN - Piştî li Mêrsînê ya di 17’ê Cotmehê, polîsan şevê din 4 kesên din kirin binçavan û hejara binçavkirinan derket 8’an.   Li Serê duriyana Bulvara Dîkenliyol a Okan Merzecî ya navçeya Yenîşehîra Mêrsînê di 17’ê Cotmehê de, di dema wesayîta polîsan derbas dibû, teqîn rû da. Di teqînê de yek jê sivîl 17 polîs birîndar bûn. Agahiyên berfireh ên têkildarî taqînê heya niha nehatin bidest xistin û kesekê bûyer negirtiye ser xwe. Piştî teqînê şevê din li taxa Çîlek a Akdenîzê, polîsan bi ser gelek malan de girtin, mal tar û mar kirin û 4 kes kirin binçavan. Navê kesên hatin binçavkirin wihane: Mehmet Solmuş, Mehmet Geçer, Bubî Çîmen û Muslum Ekîncî. Hat zanîn ku polîsan di dema lêgerînê de, li kesên binçavkirî xistin e.           Di heman demê de, li Taxa Demîrtaş a navçeya Torosê jî polîsan di ser malan de girt û ji heman malbatê Munîr, Abdulkerîm, Şefîk û Sakîne Tugrul binçav kirin. Bi vê re hejmara binçavkirinan derket 8’an.