TTB dê li hemberî yasaya torbe dest bi têkoşîna hiquqê bike 2018-07-27 09:17:20 ENQERE - Endama Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Selma Gungor, diyar kir ku ew ê li dijî yasayên torbe derbikeve û dê ji bo vê yekê dest bi têkoşîna hiquqî bikin û got: "Di têkoşîna xwe ya hiqûqî de em ê bixwazin guherti zagona torbe ya zêdekirina muçeyên teqawidbûnê ji bo hemû bijîşkan be û zama fiîlî ya xizmetê jî li gorî zagona kevin bê bikaranîn.  Pêşnûmeqanuna yasaya torbe ya ji bo guhertinên li ser tenduristî, leşkerî, û Zagonên bi KHK'an hatibûn Meclîsê, hatin qebûlkirin. Li gorî guhertinê di tenduristiyê de ji ber hin kesên di xebata şênber de diherife ‘para herifînê’ dê bide, muçeyê teqawidiyê yê bijîşkên tabîp û bijîşkên diranan zêde dike û turîzma tenduristiyê guhert. Sendîkayên xebatkarên tenduristiyê û odeyên pîşeyî ve guhertinê ne adil dîtin û bertek nîşanê guhertinê dan.    Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Selma Gungor li ser tenduristiyê ku di nav yasaya torbe de pêk hatin nirxand.    'GUHERTINA ZÊDEBÛNA MUÇE NE JI BO HEMÛ BIJÎŞKAN E'    Gungor da zanîn ku wan wek TTB dema Yasaya Torbe di Meclîsê de dihat şîrovekirin derbarê dawazên xwe de belavok belav kirin. Lê daxwazên me yên di belavokê de negirtin ber çavan. Guhertina Yasaya Torbe yên li ser tenduristiyê pêk hatin dawazên wan nabersivîne. Taybet jî guhertina li ser muçmeyên teqwidiyê. Ew guhertin jî tenê bijîşkên dewletê esas digre. Hekîmên din ne di nava vê guhertinê de ne. Dîsa xala bi vê ve girêday ya derbarê SSK û BAG-KUR'ê de jî wisan e. Tenê di muçeyên xebatkarên nexweşxaneyên dewletê de guhertin çêdike. Ev tişt cihêkariya di nava hekîman de ye.    Gungor wiha axivî: “Mînek; kesên wek bijîşk, esker piştî teqawit dibin di qadên lê perwerde dibin de mafên wan he heqê destxebata xwe bistînin. Lê bijîşk piştî teqewit bibin di berdêla van xebatan de muçeyên wan kêm dibe. Mixabin dema bijîşk bixazin bixebitin ev zama ku tê dayîn kêm dibe. Yanê dema bijîşk nexebitin karin ji vî zamê sud wergirin. Ev ji bo bijîjkên muayenexaneyan jî wisan e. Îro muayenexane jî pir kêm dahatuya wan heye. Di herêmê de kare xizmetê bide komeke hindik nexweşan. Ligel vê jî ev kêmkirin ji bo wan jî ye.    'ZAMA XEZMETA ŞÊNBER DIVÊ 120 ROJ BE'   Xaleke din a Yasayê zama rojên xizmeta şênber ango fiîliye. Ev wek 60 roj hatiye diyarkirin. Gungor diyar kir ku ev kêm e û divê herî kêm 120 roj be. Di çarçoveya herifîna xebata şênber de pêwîste ev zêdebe û bibe 150 û 180 roj.    Gungor vedibêje ku rîsk û xetereyên kar ên li qada tenduristiyê negirtine ber çav û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê Wezareta Tenduristiyê karê tenduristiyê di nav cihê karê xetere de bicih kir. Beşa Lezgîn, Beşa giran, emelyatxane cihên kar yên pir xeter in. Di vê xetereyê de ne tenê bijîjk kar dikin hemû karmend xetereyê de ne. Ji ber vê jî ne tenê bijîşk, hemû xebatkarên beşen divê xwedî vê mafê bin. Sed mixabin ji bo hemû xebatkaran bê ku cihêtiya xetereyê li ber çavan bigirin 60 roj diyar kirine. Di vir de rîska tendurisiyê ya li gor beşan nehatiye dîtin. Em ji ber nehatiye dîtin îtiraz dikin.”    'DIEÊ NEHEQÎ BÊ RASTKIRIN'   Gungor got ku ew dixwazin zêdebûne bi Yasaya Torbe pêk hat ji bo muçeyên hemû bijîjkan be. Zama xizmeta fiîlî jî li gor pêkhatine demên paşve bê çêkirin. Na ku ev pêk neyê ew dê hata dawiyê têkoşîna hiquqê ya li ser vê bidin.