Ji bo gelek bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir 2026-03-20 09:57:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê bi koda zer hişyariya barînan kir û xwest welatî tevdîrên xwe bigire.  Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewayî ya 20’ê Adarê aşkera kir. Midûriyetê da zanîn ku dê li bajrên Meletî, Amed, Dîlok, Sêrt û Rihayê hişyariya barîna baranên zêde, ji bo bajarên Erzirom, Qers û Wanê jî hişyariya şilope û berfê kir.    Midûriyetê, ji bo deverên bilind ên Herêma Serhedê jî hişyariya ketina aşût û lehiyan kir û xwest welatî tevdîrên xwe bigirin.    Midûriyetê, ji bo barînên zêde bajarên Çewlîg, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Êlih û Şirnexê bi koda zer hişyarî kir.