Rojnameger Oner hat berdan 2018-07-26 15:15:13   DENÎZLÎ – Rojnameger Gokhan Oner di danişîna ewil a doza jê dihat darizandin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat girtin Gokhan Oner di 28’ê nîsanê de li Denîzliyê hatibû girtin. Mehmet Dîler, Erol Beler, Muhlîs Kayar û Eyyup Hansu jî li gel Oner serbest dihatin darizandin. Danişîna ewil a doza derbarê Oner û her çar kesên din ên ne girtî dihatin darizandin de vebû, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Denîzliyê hat dîtin. Parêzer di danişînê de amade bûn.    Piştî tespîta nasnameyan rojnameger Oner parastina xwe kir û sûcên li ser xwe red kir û berdan û berata xwe xwest. Her çar kesên din jî ku ne girtî dihatin darizandin berata xwe daxwaz kirin.    Piştî parastinê dozger mutalaya xwe pêşkêş kir û bi hinceta sûcê li ser Oner girtî bê darizandin.    Parazêrê Oner, Mazlum Demîrbag parastina miwekîlê xwe kir û berdana wî xwest.    Piştî prastinan heyeta dadgehê dema girtina Oner li ber çavan girt û bi şertê kontrola edlî tahliye kir. Der barê her çar kesên din de jî şertê kontrola edlî rakir û xwest biryara qedexe derketina derveyî welat dewam bike. Heyetê danişînê taloqî 3’ê adara 2019’an kir.