Şaxa ÎHD'a Edenê: Di nava 6 mehan de 120 jin û 7 zarok hatin kuştin 2018-07-26 14:53:53 EDENE - Li gorî rapora binpêkirinên mafan, tacîz, tecawîz û tundiyên li dijî jin û zarokan a Komîsyona Mafê Jinan a Şaxa ÎHD’ê Edenê; di 6 mehên ewil ên salê de, herî kêm 120 jin û 7 zarok hatin kuştin, 32 jin rastî êrîşên zayendî hatin, 102 jin rastî tacîzê hatin û 189 zarok keç jî rastî îstîsmara zayendî hatin.   Komîsyona Mafê Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edenê, derbarê binpêkirinên mafan, tacîz, tecewîz û tundiyên li ser jin û zarokan li avahiya şaxê civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek jin, Parlamenterên HDP’ê yên Edenê Tulay Hatîmogullarî û Kemal Pekoz beşdarî civînê bûn.    'TACÎZ Û TECAWÎZ NE NEXWEŞÎNE'   Di civînê de Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullarî, axivî û wiha got: “Di serdema  AKP’ê de tundî û newekheviya jinê zêde bûn. Li dijî van zêdebûna polîtîkayên ne cezakirinê pêk anîn. Tacîz û tecawîz ne nexweşîne. Ev bandora pergala desthilatdar a zilame. Di heman demê de li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tarsusê, ji ber ku daxwaza birina qawişê ya Zeynep Turan ne hat qebûl kirin 28 rojin di greva birçîbûnê deye. Li girtîgehê mûxatap nayê dîtin û em ê şopdarê vê bûyerê jî bin.”   'EMÊ DENG BIDIN Û BIBIN DENGÊ JIN Û ZAROKAN'   Berdevka Komîsyona Mafê Jinan a ÎHD’ê Baran Oner jî, diyar kir ku di encama polîtîkayên kêm xistin û nirx nedayîna jinê de, tacîz, tecawîz, êrîşên zayendî û komkujiyên li dijî jinan pir zêde bûne. Oner, da zanîn ku di 6 mehên ewil ên 2018’an de, zilaman herî kêm 120 jin û 7 zarok kuştin, 32 jin tecawîz kirin, 102 jin tacîz kirin, 325 jin bi zorê sewqî fihûşê kirin, 189 zarokên keç îstîsmara zayendî kirin û 212 jin birîndar kirin. Oner, da zanîn ku yên dixwazin vê tabloya  şermê veşêrin, îstîsmara zarokan rewa dikin wiha got: “Ji bo em hesap bipirsin emê têkoşîn û piştevaniyê mezin bikin. Emê deng bidin û bibin dengê jin û zarokan.”   Oner encama polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jin û zarokan wiha rêz kir: “   "* Li gorî rêjeya fermî, dinava 10 salan de 482 hezar û 908 zarok hatin zewicandin.    * Di 10 salên dawî de bûyerên îstîsmara zarokan ji sedî 700 zêde bûn. Di tecawiza li dijî zarokan de tenê 5 derktin holê û ji sedî 95 jî hatin veşartin.      * Li gorî daneyên Wezareta Dadê, salê 17 hezar dozên îstîsmarên zarokan tên vekirin û ev doz ji sedî 45 bi necazkirinê bi encam dibin!   * Wezareta Perwerdê ya Mîllî di Tîrmeha 209’an de, destgirtîbûna xwendakarên lîsê û dibistana navên serbest kir."