Onlu ji ber qedeyê bertek nîşanî walî da 2018-07-26 14:43:35     ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu bertek nîşanî qedexekirina 18’emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Dersimê da. Onlu got ku qedexekirina mihrîcanê tê wateya astengkirina daxwaza bi hev re jiyanê.   Parlamenterê Dersimê û Cîgirê Hevserokê HDP’ê Alîcan Onlu têkildarî qedexekirina 18’emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Dersimê ya ku dihat plankirin îro bê lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî da. Onlu bertek nîşanî qedexekirinê da û diyar kir ku li gel ku mihrîcan 18 sal in tê organîzekirin, îsal 2 sal e ji ber polîtîkayên ewlehiyê tê qedexekirin.   ‘MIHRÎCAN TENÊ NE YA DERSIMIYAN E’   Onlu da zanîn ku qedexekirina mihrîcanê tê wateya astengkirina daxwaza bi hev re jiyanê û wiha got: “Mihrîcan tenê ne ya dersimiyan e. Mihrîcan nîşan daye ku gelên tirk û kurd dikarin bi xweza, bawerî û hunera xwe re bijîn.”   ‘TUNCELÎ DERSINÊ CAREKE DIN QEDEXE KIRIYE’   Onlu di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku navê înkar, pişaftin û tunehesibandinê Tuncelî careke din Dersimê qedexe kiriye û ev tişt ragihandin: “Em qedexeya ku tu wateya wê tune ye şermezar dikin. Tişta tê qedexekirin tenê ne mihrîcan e. Bi qedexeya mihrîcanê re gel, çand û xwezaya Dersimê jî tê qedexekirin. Em vê qedexeyê nas nakin û tirsa ku hûn dizwazin ava bikin jÎ dê me ji têkoşîna me nekin.”