KCD'ê ji bo Dengbêj Cizîrî sersaxî xwest 2018-07-26 14:25:38   AMED - KCD'ê bi boneya koça dawî ya Dengbêj Fadil Cizîrî peyama sersaxiyê weşand û got wefata Cizîrî ji bo çanda kurd windahiyek mezin e.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo koça dawî ya Dengbêj Fadil Cizîrî peyamek sersaxiyê weşand. Peyama KCD'ê wiha ye: "Me bi xemginiyeke mezin agahiya wefata Dengbêj Fadil Cizîrî girt. Rehma Xwedê li nirxê gelê me Fadil Cizîrî be, di serî de serê malbatê, gelê me û hezkiriyên wî sax be.  Dengbêj Fadil Cizîrî bi huner, berhemên xwe hiştiye ku çanda kurdan pêş bikeve. Bi vî kedê jiyaneke têr û tijî derbas kir. Wefata Fadil Cizîrî ji bo me wendahiyeke mezin e. Bermehên wî afirandine ji bo têkoşîna me ya azadiyê watedar in û ew ê her tim bê jiyandin."