Guven ji ber ku kelepçe qebûl nekir, nebirin nexweşxanê 2018-07-26 14:07:08   AMED - Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, gava ji bo emeliyeta çavan dê bibiran nexweşxanê, ji ber ku kelepçe qebûl nekir, nebirin nexweşxanê.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ligel ku bû parlamenter jî nehat berdan û li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê girtin. Guven gava ji bo emeliyeta çavan dê bibiran nexweşxanê, ji ber ku kelepçe qebûl nekir, nebirin nexweşxanê. Guven ku di heman demê de Hevseroka Kongreya Cikava Demokstîk (DTK) ê ye jî, ji bo emeliyeta çavan roj hatibû dayîn, lê ji ber ku Geven kelepçê qebûl nake, rayedarên girtîgehê wê nabin nexweşxanê.    Li aliyê din, girtiyên jin ên siyasî yên li qawîşa Guven dimînin, ji ber ku strana dinavê de “Serok Apo” heyî gotin, derbarê Guven, Elîf Atdemîr, Menal Temel û Hîlal Olmez de ji bo 30 rojan biryara qedexeya derketina hevdîtinê hat dayîn.     Parêzeran li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Amedê dan û îtîraz kirin. Hat diyar kirin ku îtîraza parêzaran jî hat redkirin.