Cenazeyê Keleş 4 meh şûnde dan malbatê 2018-07-26 13:41:03   EDENE - Cenazeyê Mehmet Emîn Keleş ê di pevçûna li Çiyayên Amanosê de jiyana xwe ji dest da û li goristana bêkesan hatibû defin kirin, 4 meh şûnde piştî testa DNA’yê teslîmî malbatê hat kirin.    Cenazeyê Mehmet Emîn Keleş ê HPG’î yê di 31’ê Adarê de, bi 4 hevalên xwe re di pevçûneke li Çiyayên Amanosan a Osmaniyê jiyana xwe ji dest dan de, teslîmî malbatê hat kirin. Malbatê cenazeyê Keleş ji weneyan teşhîs kirbûn lê benda encama testa DNA’yê hatibûn hiştin. Piştî testa DNA’yê li hev hatin, 4 meh şûnde cenaze teslîmê malbatê ya hatibûn Edeneyê hat kirin.    Piştî ku encamên testê diyar bû, malbatê 24'ê Tîrmehê serî li Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê da, ji bo karibe cenaze bigirin. Dozgeriyê piştî rojekê biryara radestkirina cenaze da.   NEHIŞTIN KES NÊZÎ GORISTANÊ BIBE   Malbatê biryara dozgeriyê ji Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê re ragihand û di saetên serê sibê de çû goristana bêkesan a li Goristana Kabasakal. Dibin çavdêriya dozger û bi dehan polîsan de cenaze hat derxistin û kes nêzî derdora goristina nekirin. Malbatê cenazeyê Keleş girt û ji bo veşêre berê xwe da navçeya Erdîş a Wanê.   20 CENAZE LI GORISTANA BÊKESAN HENE   Hat ragihandin ku yek ji 8 gerîlayên beriya du hefteyan li Amanosê ji ber êrîşa SÎHA jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê malbatan ve hat teşxîskirin û ew birin Bedlîsê. 7 cenazeyên gerîlayên HPG'ê jî duh li goristana bêkesan hatin veşartin. Tê gotin, zêdeyî 20 gerîlayên ji meha Adarê û vir ve di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dayîn,  cenazeyên wan li goristana bêkesan a Edeneyê hatin definkirin.