Parêzerên Ocalan cara 775’emîn serî li dozgeriyê dan 2018-07-26 12:52:23   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 775’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Raziye Turgtu bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 775’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 774 car bi hincetên “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabeye”, “keçtî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awart” tên astengkirin.