Komên bewermendan: Êrîşa li dijî goran, zilma li ser baweriyane 2018-07-26 12:44:55     AMED -  Komên bewermendan bertek nîşanî, êrîşên li ser goran û lêpirsînên derbarê wekîlên HDP’ê yên beşdarî cenazayan bûn de hatin vekirin, dan û gotin: “Êrîşa li dijî goran zilam li ser baweriyane. Tu girêdana kesên wiha nijadperest bi ola Îslamê ya Hz. Muhammed re tuneye.”   Di 20’ê Tîrmehê de, li Goristina Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê, êrîş li dijî gorên HPG û YPG’iyan pêk hatin û di êrîşê de kêlên goran hatibûn şikandin, li ser wêne û navên kodên wan hatibûn boyaxkirin. Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mele Abdullaa Arikan, bertek nîşan bûyerê da  û  wiha axivî: “Şikandina  kêlên goran, êrîşa li dijî nirxên mirovahiyê ye. Ev êrîşek nijatperestiye. Kesên vê yekê dikin tu girêdana wan bi ola îslamê ya Hz. Muhammed re tuneye.”   ‘LI DIJÎ BAWERIYAN ZILME’   Arikan, anî ziman ku li  şûna gor bên hilweşandin, divê bên parastin û wiha got: “Nirxê herî mezin mirovin. Divê bê parastin. Lê dibin navê nijatperestiyê de goran xerab dikin. Baweriya gelê Kurd jî înkar dikin. Di ola Îslamê de êrîşî goran kirin, zilma li dijî baweriyane. Ev bêrêziyek mezin a li dijî bi mîlyonan mirovin.”    'DI ŞER DE JÎ, RÊZ JI BO CENAZEYAN TÊN DAYÎN'   Serokê Federasyona Komeleya Suryanî Evgîl Turker jî, diyar kir ku di şer de jî rêz ji bo cenazeyan tên dayîn û wiha axivî: “Ev rewşa di demên dawî de li welat tê jiyîn, ne li gorî urf û adet, mafê mirov û demokrasiyê ne. Divê bûyerên wiha neyên jiyîn. Divê em rêzê bidin cenaze û goristanan. Bi hezaran salane em li ser heman axê dijîn. Divê ev êrîş bi dawî bibin. Ji ber ku parlamenterên HDP’ê beşdarî cenazeyan bûn, derbarê wan de lêpirsîn hat vekirin. Ev teqez ne hiqûqiye. Divê parlamenter beşdarî cenazeyan bibin û ligel hilbijêrên xwe cih bigirin.”    Endamê Komîsyona Bawerî û Gelan ê HDP’ê û di heman demê bi nasnameya xwe ya Ermenî tê naskirin Murat Mihçi jî, destnîşan kir ku êrîşa li dijî goran nîşaneya zilamê ye û wiha got: “Di kîjan olî de dibe bila bibe, êrîşî goran kirin, nayê qebûl kirin. Rêzdayîna goran erka sereke ya mirovî û exlaqiye. Ji bo wekîlên HDP’ê ji ber ku beşdarî cenazeyan bûn, lêpirsîn hat vekirin. Divê li dijî lêpirsînên bê wate bertekan nîşan bidin. Ger bertek neyên nîşandan dê hemû nirxên me yên ol û mirovahî tune bihesibînin.”   MA / Ozgur Paksoy